Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya “HAK - PAR” serdana Deftera Siyasî a PDKÎ, kir

16:16 - 29 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya “Maf û Azadî” (HAK – PAR)bi serperestiya Kemal Burkay sekreterê giştî yê partiya han serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, paşnîveroya roja Şemî 28’ê Îlona 2013’an, heyetekî Partiya Maf û Azadî (HAK – PAR) serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir û ji aliy heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ ve hatin pêşwazîkirin.
Kemal Burkay, sekreterê giştî yê (HAK – PAR), armanc ji vê sardana dostanê, dîtina hevalên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand û di vê pêwendiyê de got: “ Min pêwendiyek qahîm û dostene û ji mêjwe li gel vê Partiya tekoşer û rêberên xebatgêr heye û her di çarçoveya vê pêwendiya dîrokî de min serdana Deftera Siyasî ya PDKÎ kiriye.


Paşan Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ kêfxweşiya xwe û heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji vê serdana HAK – PAR ragihand.
Piştre, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê basekî siyasî li ser rewşa siyasî ya Kurd bi giştî û xebata gelê Kurd li her yek ji parçên din ên Kurdistanê û piroseya aştî a PKK û dewleta Turkiyê kir û aliyên erênî ên vê pirsê xiste ber bas û di vê pêwendiyê de astengiyên ser rêya vê pêvajoyê bas kirin.
Beşek din a vê basê li ser siyaseta rejîma komara Îslamiya Îranê bû, ku navbirî di nav basa xwe de amaje bi ew kirîza siyasî û abûrî kir ku rejîma Îslamî ya Îranê li asta hundirîn û pêwendiyên navdewletî li gel vê rûbirû ye û rejîm bi hatina ser karê ya Hesen Rûhanî bi li berçavgirtina siyaseteke nerm û xapînok dixwaze li vê kirîzê xwe rizgar bike.
Li dirêjahiya vê basê de pirsa Kurd li Sûriyê û ew astengî û arîşeyên niha ku aliyên siyasî, him li asta Kurdistanê de û him li gel aliyên Îslamiyên mîyanerew û şovînîstên Ereban li gel berbirû bûne, kete ber bas.
Di encama vê bas û guherîna bîr û rayan de rewşa siyasî ya Rojhelata Navîn û piroseya ber bi pêşve çûn û geşekirina tevgera siyasî û medenî ya Kurdan li gorî rewşa her yek ji parên Kurdistanê erênî hat nirxandin û di dawiyê de her du partiyan pêdegirî li ser berdewamiya pêwendiyên xwe kirin.