Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyek siyasî û bizaveke neteweyî a mafxwazane

11:49 - 6 Tebax 2020

Elî Munezemî

Partiya Demokrat a Kurdistanê ku partiyek siyasî û şoreşger e, li ser xîmê “Komeley Jiyanewey Kurd” di 16ê Tebaxa 1945an de hate damezirandin. “Komeley Jiyanewey Kurd” ku bizavek siyasî-neteweyî bû, di 1942an de pêkhatibû. PDKÎ di pêvajoya xebata xwe de bo sê armancên sereke têkoşîn kiriye: bidestveanîna mafê neteweyî yê gelê kurd, demokrasî û dadperweriya civakî. Di wê gotarê de emê bi kurtî bas ji wan her sê armancan bikin.

Mafê neteweyî:  Partiya Demokrat her di destpêka têkoşîna xwe de, xwe domderê xebatên rizgarîxwazî yê neteweyên Kurdan yên berî xwe dizane û armanca wê realîzekirina îradeya neteweyî di şêweya curek ji bidestvegirtina mafê çarenivîsê de rengvedaye. Ew armanca li hemî dîroka wê partiyê de serekîtirîn pişk ber dikeve û eger serdemekê bas li şêweyên din yê mafê neteweyî (wek mînak: otonomî) dihate kirin, ew yek tenê pêlekana yekemîn bû bo gihîştin bi mafê netewî. Eva ku rêberê xwedî hizr ê Kurd, Dr. Qasimlo digot: “Siyaset hunera mumkin e û em xebatê dikin ku tiştekê werbigrin û piştre dîsa emê xebatê bikin ku tiştek zêdetir werbigrin”, tenê wê wateyê dide ku PDKÎ 75 sal e derheq mafê neteweyî xwediyê yek felsefe û ramana neguherbar bûye ku ew jî xebat bona bidestveanîna mafê netewî û rizgariya Kurdistanê ye.

Demokrasî: Demokrasî bo PDKÎ armanceke çendalî ye. Li hêlekê ew her wek Dr. Qasimlo dibêje: “Altirnatîve bo çekê”. Eger demokrasî nebe, aştî nikare serbikeve û mirov neçar e bo parastina xwe, çekê bigre dest.

Demokrasî parêzvanê mafê neteweyî ye. Jiberku eger demokrasî nebe, dîktator û dagîrker dikarin dîsa li dema bihêzbûnê de bibin gef û tehdîd li ser maf û hebûna neteweya kurd.

Demokrasî bo PDKÎ çeka parastina tenahiya hundirîn a civaka Kurdistanê ye ku li rêka sîstemek demokratîk de deng û reng û ramanên cuda bikarin bi azadî di qata siyasî de bikevne rikeberî û nûnerên rastîn ê xelkê bi rêka hilbijartinên azad ve desthilatê bigrin dest xwe û xelk û partiyên siyasî ew hêza hebin ku bandorê li ser biryarên siyasî çêbikin. Her li ber wê yekê ye ku Dr. Qasimlo “xirabtrîn demokrasiyê li baştirîn dîktatoriyê bi baştir dizane».

Demokrasî herwisa sinorê navbera «azadiya erênî» û «azadiya nerênî» destnîşan dike û dide eyankirin ku sinorê herêma jiyana xasmaniya hemwelatiyan kîdere û îznê nade ku desthilatdar desttêwerdana wê herêmê bikin.

Dadperweriya civakî: PDKÎ her tim bo nehêlana naedaletî û nedadperweriya civakî xebat kiriye. Armancek ku li ser bingeha nirxa mirovan hatiye danîn û mirovan xwe bi xwe armanc û xwediyê nirxê dizane û dijî bikaranînan mirovan e bi destê mirovan bo berjewendiyên xwe. Ew dadperwerî bo wê yekê ye ku kerameta merivan were parastin. jiberku sîstimek ku xwe demokrat bizanibe, dibe dadperwer be jî. Yanî yek ji armancên herî bingehîn yê PDKÎ, pêkanîna dadperweriyê ye di nava civakek demokrat de.

Rêyên xebatê: PDKÎ di heyamê jiyana xwe ya 75 salan de, li taktîk û rêyên cuda cuda li têkoşîna xwe de bo gihîştin bi armancên xwe, mifah wergirtiye. Dr. Şerefkendî dibêje: “Bo xebatê çi zor e rê!” Lê eva ku PDKÎ li zaf partiyên din cuda dike, eva ye ku di wê xebatê de xwediyê prensîpên neguher û exlaqî ye. Ew cehdê dike ku endamên xwe ne tenê  bi canê şoreşvanî, lê herwisa bi exlaqê şoreşvanî perwerde bike. Ew yeka bûye sedem ku pêşmerge û endamên wê partiyê, di rewşên aloz û dijwar de jî, bi duristî tevbigerin û xwe di hember kiryarên xwe de bi berpirsiyar bizanin. Bo mînak, di xebata xwe ya çekdarî de, pêrewê prensîpên “şerê rewa” ne û ne tenê di hember canê hevwelatiyên Kurdistan ê û pêşmergeyan de, lê di hember leşkerê dijmin de jî xwe berpirsyar dizanin û eger bo parastina xelk û canê xwe nebe, naxwazin bikevin şer de.

Di xebata ragehandinî û axavtinên siyasî de jî, exlaq berçav digrin û heta li dijî dijminê xwe jî, bi edeb ve dinivîsin û diaxivin. Dr. Qasimlo dibêje ku “em gef û dijûnan red dikin û em yekemîn partiya Îranî û Kurdistanî bûne ku me exlaq aniye nav siyasetê”.

Xebata dîplomatîk: PDKÎ tim xebata xwe ya dîplomatîk de, ne bo partiyê, lê bo berjewendî û qazanca neteweyî dixebite. Ew pirsa kurd bi pirsa neteweyek 50 miliyonî dibîne û welatê wan hatiye perçekirin û xelkê wan ji aliyê dagîrkeran ve tê qirkirin û mafê wan yê mirovî nayê parastin. Ew di xebata xwe ya dîplomatîk de hemû saziyên neteweyî ên Kurd, bi xebatkar û mafxwaz dibîne û hebûna hizr û ramanê cuda cuda, nabin asteng û li ser berevanîkirin li xebata gelê Kurd li çi perçeyekê.

Encam:

PDKÎ di heyamê 75 salan xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî de, wek partiyek neteweyî-demokratîk, bo rizgariya xelk û axa Kurdistanê xebitiye. Di wê xebatê de nirxên mezin dane, lê li ser têkoşîna xwe li hemû demê zêdetir pêdagir e. PDKÎ xebata neteweyî di hemû perçeyên Kurdistanê de, bi xebata gelê xwe dizane û piştgiriya exlaqî-neteweyî li partiyên şoreşger û neteweyî di hemû Kurdistanê de, bi erk û xebata xwe dizane. Di 75emîn salroja jidayikbûna wê partiyê de, em bo ruhê şehîdan, pêşmerge û hemû xebatkaran re silavan dişînin û serkevtinê bo xebata me ya neteweyî re dixwazin. PDKÎ wek pêşengê wê xebatê, li hemû deman bihêztir û serkevtîtir be.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine