
Partiyên Bakûrê Kurdistanê, yên weke “PSK, HDP û PAK”ê, di 33emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li bajarê Viyenê, li ser malper û torên civakî yên weke twîtterê, bona rizgirtin û vebîranîna şehîdê mezin gotar û peyamên taybet belav kirin.
Partiya Azad ya Kurdistanê (PAK) ya li Bakûrê Kurdistanê 33emîn salroja vebîranîna şehîdkirina Dr.Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, li ser malpera xwe ya bi navê “Rûpela Nû” li derheq kesayetiya wî de nivîsîn: Dr.Ebdulrehman Qasimlo, siyasetmedar û dîplomatekî welatperwer bû, Dr.Ebdulrehman Qasimlo kesekî pêşmerge û rêvînekî bi ezmûn bû û ew tenê zanayê PDKÎ nebû û ev bo Kurd û Kurdistanê û cîhanê bû.
Herwisa Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)ê, li derherq vebîranîna salroja terorkirina rêberê şehîd Dr.Ebdulrehman û hevalên wî Ebdula Qadirîazer endamê komîteya navendî yê PDKÎ li derve û Dr.Fazil Resûl xelkê başûrê Kurdistanê bi destên dîplomat terorîstên rejîma Îranê, li ser malpera partiyê peyamek bi wî awayî belav kiriye: Em bi boneya salvegera 33emîn sala şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî carekî din, bi tundî Rejîma Cumhuriyeta Îslamî a Îranê mehkum dikin û ji hikumeta Avusturyayê daxwaz dikin, ku dosyeya şehîdkirina Qasimlo ji nû ve veke û kujeran bo bîrûrayê cîhanê re binasîne. Û em piştrast in, ku şagirt û hevsengerên Şehîd Qasimlo, sengera xebatê bernadin û alayê Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bilind radigrin.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî 33emîn salroja terorkirina rêberê şehîd Dr.Qasimlo û hevalên wî bi destêN dîplomat terorîstên rejîma Îranê, li ser tora civakî a “Twiter”a partiyê ev roj bibîr anîn û nivîsîn : Di 33emîn salroja şehîdkirina Qasimlo û Pêşewa û têkoşerên riya azadiya gelê Kurd, em wan bi rêzdarî û mineteke zêde bibîr tînin û serê rêz û hormetê li hember riha Dr.Qasimlo û têkoşerên din diçemînin.
Nivîskar Seîd Yûsif ji endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi nivîsîna gotarekê li derheq jiyan û xebata rêberê şehîd Dr.Qasimlo û hevalên vêî roja reş bibîr tine û rêz hûrmetê ji riha pak wan girit.