Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parvebûn, sedemê wundahiyê ye

11:17 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Nûredîn Sofîzade

Îro em kurd di nav şerên cuda cuda de ne, xweragirî û ravestiyan di hember wan hemî pîlanên rengrengî de xebatê bo mirovên xebatkar çend qat dijwartir dike, lê hin kes hene wek di xewna mirinê de bin, wek ewê ku ne ba tê ne baran, haya wan lê nîne ku çi bi serê gelê wan de tê, û guh nadine derdorên xwe.

Ev cure kesane her bi wê hindê jî nasekînin, belkî gelek caran tevgera kurd sûçdar dizanin û basê razîbûna ji deshilat û dewletên dagîrker dikin, bi taybetî dema ku em dênekê bidine Rojhilatê Kurdistanê, mixabin zaf kesên wisa xuya dibin.

Rejîma dijî Kurd a Îslamî ya Îranê jî, destê xwe nav milê wan cure kesane dide û bi dijî netewa wan û tevgêra Kurd wan bikar tîne.

Yek ji şerên ku mixabin tevgera kurdî gelek xwe pêve mijûl dike û hêz û pitansiyelekî zaf jêre xerc dike, ew şere ye ku dujmin bi Kurdên îxanetkar re digel şoreşê dike.

Ew cure kesane jî dikarim bêjim çend deste ne

1– Kesên bi zanebûn kevtine nava tora îxanête û bi temamî xwe û îrada xwe dane destê dijmin û bi yekcarî pişta xwe dane gelê xwe û eva destê wan tê li dijî şoreşê dikin, û hekî gotî pira pişt serê xwe ve herifandine û rêka vegeryanê bo xwe nehêlane, ew cure kesanane hinde di nav îxanetê de bat bûne û heta enîşkê destê wan bi xwîna xortên Kurd sor bûye û bûne pêşqerewilê dijmin.

2– Kesên ku bi neçarî û nejdilê xwe kevtine dafka rejîmê, bi curekê kêşeyek hebûne û rejîmê ji derfetê mifah wergirtiye û kêşane aliyê xwe û ew kesane hatine girêdanê û bona rojderbaskirina xwe weke “siyhî leşker” di gel rejîmê de ne û renge çekdar jî bin.

3– Kesên ku li ber hejarî û nedarî û bêkariyê, tenê bona bidestveanîna hinek curên madî, weke perê mehane, xwe neçar dizanin û wisa dizanin ku eva rêkekî sanahiye bona tejîkirna timahiya malê dinê, rejîmê jî derfet ji nedarî û birsîtiya wan wergirtiye û li hember dana “hiqûqek”î mehane de wan bi kar tîne.

4– Ew para ji kesên ku li xizmeta dijmin de ne, para herî bi gef û cihê tirsê û netewefiroş in. Ew cure kesên îxanetkar bi hizr û ceste û gotin û pênûsa xwe, kevtine çepera dijmin û bi dijî netewa Kurd şerekî gelek dijwar a hizrî û derûnî encam didin.

Ew kesan stratêjîstê dijmin in di nav dilê Kurdistanê de, ew cehdê dikin ku ne bi çekê, belk bi hizr û raman û hundir kar bo dijmin bikin, da ku şoreşa Kurdî cem netewa Kurd bibine jêr pirsyarê û ber çavê wan xirab bidine xuyakirin.

Di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurd de, hertim derba herî giran wan cure kesan ji şoreşê dane û mixabin kartêkerî û bandora şerê wan yê hizrî û derûnî gelek ji çekên komkuj xedatir bûye.

Wan bi nivîsînên xwe, bi gotinên xwe, bi lêdana jêsta rewşenbîriya xwe, mixabin gelek caran karîne bandorê dabinêne ser zaf kesên hizirsava yên nava civatgeha Kurdistanê.

Wan cure kesên îxanetkarê hizrî, berdewam cehd kirine dîmenekî xirab ji şoreşê nîşan bidin û sebebkarê bêparî û heta nebûna xizmetguzariyê di Kurdistanê de dane zanîn, û di hember de cehd kirine rûyekî milyaketane û xemxwarê Kurdan ji dijmin bidine kivşê.

5– Kesên bê helwêst (bêtefawt) di nava civatgehê de hene ku di ser wê bawerê ne ku hekî xwe di hember bûyeran kor û lal bikin, çawên xwe bigirin kesê kar bi wan re çinîne. Lê rejîma dijî Kurd û dagirker a Îranê guh nade wan kesan û berî hemî kesê, ew para ji civakê rastî asteng û pirsgirêkan dibin û bi curekê nekarîne bibine xwedî biryar û xwe berpirsyar nizanin beramber çi tiştekê de, bi awayekî dinê mirov dikare bêje ew cure kesane berî hemî kesê, xwe dixapînin, çimkî agirê dijmin û zilm û zordariya ser netewa me, kesê jev cuda nake û bê guman berî her kesê, ew cure kesên bê helwest rast zererê dibin.

Divê em berî her tiştî di zanabûna rastiya xwe de bin û rewşa dijminê xwe baş bizanin. Ew şerê ku li hember gelê me berdewam e, ne şerê bi dijî parek ji gelê me ye, ne şerê tenê bi dijî şoreşvana ye, belkî şerê wan bi dijî hemî gelê kurd e û li cem dijminan baş û xirabê Kurdan çinîne, heta cem dijmin çi cudahiyek di navbera şoreşvanan û kesên xapandî ku kevtine nava tora îxanetê wate (Caş) in jî çinîne, dijmin wan bi dijî netewa wan bikar tîne û ji kîjan alî xisarmend be û yan bête kuştin, cem dijmin çi cudahiyek nîne û Kurdekê xisar dîtiye yan hatiye kuştin.

Lewra divê gelê me carek bo hemî hertimî hem xwe nas bike, hem dijminê xwe nas bike, divê ji bê helwestî û bê tefawtiyê derkevin, cem dijmin Kurdê baş û xirab çi cudahiyek çinîne û Kurd her Kurd e, lewma em Kurd jî divê aliyê kêm ji dijminê xwe fêr bin û bêne ser wê baweriyê ku dijmin baş û dijminê xirab çi cudahiyek nîne û dijmin her dijmin e, ew dijminê ku me jêveye baştir e, rast wê meselê tîne bîra mirov ku hemen dijmin e ku dixwaze pê pembo serê Kurdan bibire.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine