Kerîm Perwîzî
Girantirîn û nexweştirîn pirsa ku li dervey welat berbirûyê Kurdekî derveyî welat dibe, ew e ku gelo tu xelkê kuderê yî? Miliyeta te çî ye? Îca Kurdê ku xwe derbaz kiriye ber bi Ewropa û welatên din, ew jî ji dest wê hemû zulm û stema Komara Îslamî, û wisa hizir dike ku taze gihîştiye civakek azad û wê têde bêhneke rehet vede, lê her ji rija yekem ve rastî valahiyeke mezin ya derûnî dibe.
Ji kuderê ve hatî? Hindî ku vê yekê şirove dike, û zêde bas dike, û dibêje ku ji Kurdistanê ve hatime û Kurd im, û ji destê zulm û stema Komara Îslamî reviyame, bo cîhan azad, lê yê hember bi zehmet jê fam dike. Kesên weha hene ku Kurdan nas dikin, û bi taybetî di van salên dawiyê de navê Kurd gellek bi berfirehî di medyayên derve hatiye baskirin, lê pirsa sereke nasname yan jî bi Îngilîzî nationality ye.
Kurd ji Îranê derketiye û ger dibêje ez Kurd im, jê dipirsin ger tu Kurd î, tu ji kîjan welatî ve hatî? Ew yek pirseke girîng e ku kurd li dervey wlat rastî wê tê, ku gelo nasnameya wî çî ye? Gelo Îranî yî tu? Hekî tu Îranî ninî, û Kurdistanî yî, bes ka Kurdistan?
Heya wê demê ku Kurd di nava erdnîgariya Îranê de ye, berbirûyê weha dudilî û şilejaneke nasnameyî nabe, jiber ku di nava erdnîgariya Îranê de berbirûyê pirseke bi vî rengî nabe, ku nationalityî û hevwelatiyê kuderê yî, ger bo mînak di herêm Farsnişîn de jê bipirsin, ku tu kî-ê yî, û ji kuderê hatî, dibêje ku ez Kurd im û ji kurdistanê hatime. Di nava bazineya erdnîgariya Îranê de nasnameya Kurdî û Farsî û Tirkî, Belûç, û Ereb û ....hwd di hemberî yektir de ne, di hemberî yektir de xwe pênase dikin. Herçend ku deshilata kolonyalîstî hewl daye ku nasnameya Îranîbûna saxte bisepîne û hemû jî xwe bi vê nasnameyê bidin nasîn, lê bo sîstema Pehlewî-Xomêynî ew yek neçûye serî.
74 salan berî niha di Kurdistanê de Komara Kurdistanê hate avakirin ku deshilateke neteweyî bû, û di hemberî êrîşa nasnameya Îranî ya destçêkirî de ku Rizaxan disepand, Komara Kurdistanê wekî dijkiryareke xwezayî ya neteweyî li dijî wê sekinî û jidayîkbûna Komarê hewcehiyeka dîrokî-nasnameyî bû, ku takê Kurd kire xwedî nasname (howiyet)eke cuda ji nasnameya bi dilê Pehlewî!.
Ew deshilata neteweyî ya xwemalî ku di Mehabada paytexta Komara Kurdistanê de hate avakirin, cuda ji hemû pîvan û karên din, di mêjî û hizra takê Kurd de pênaseyeke nû ava kir, ku di cîhana modern de, sergêj nebe û ji aloziyê derbaz bibe.
Ew deshilata neteweyî ya xwecihî di Mehabada paytexta Komarê hate avakirin, cuda ji hemûm pîvan û karên din, di mejî û hizra takê Kurd de pênaseyeke nû ava kiriye ku di cîhana modern de sergêj nebe û ji bêserûberî û aloziyê derbaz bibe.
Komara Kurdistanê ku di Rêbendana 1324-an de bi destê PDKÎ û bi rêbertiya Pêşewa hate avakirin, bersiveke modern bo pirseke modern bû, ku di dema bahozên bihêz ên aloziya fikrî û nasnameyî de, Kurdistan xwediyê îdeya taybet bi xwe be.
Piştî çend dehikan derbazbûna bi ser herifîna fîzîkî ya Komara Kurdistanê de, Komara Kurdistanê di dên û baweriya Kurdistanê de her zindî ye, û hêma û nasname ye. Min jêve ye ku her takek Kuristanê dibe aliyê kêm di xeyal û baweriyên xwe de pasporteke Komara kurdistanê di berîkê de be, ku di her dem û cihekî û rewşeke taybet de bersivderê gellek pirsyar û gellek kirîzên nasnameyî û fikrî dibe. Ew pasporta Komarê di berîkên me de, hem “nationality”a me diyarî dike, û hem jî wekî serdema Komara Kurdistanê bersiveke modern, ji bo pirsên aloz ên modernîte me wê hebe.