Li berdewamiya kuştina ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemî 26ê Çiriya Pêşîn, jineke ciwan a Kurd a bi navê “Lêyla Elîremayî” a xelkê gundê “Bêsaran”ê ser bi bajarê Merîwanê, bi teqeya rasterast a endamekî îtilaata rêjîmê bi dijwarî birîndar bû û piştî çendîn demjimêran canê xwe ji dest daye.
Pêka raporên belavbûyî, ev jina Kurd ji aliyê yek ji endamên hêza îtilaata rêjîmê li bajarê Merîwanê, yê bi navê “Kêywan Basamî” ve bi lêdana 8 gulleyan hatiye kuştin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema teqekirin bi vê jina Kurd nehatiye zanîn û termê vê jina Kurd bo pizîşkê dad a rêjîmê li bajarê Merîwanê hatiye veguhastin û zanyariyek zêdetir li ber dest nîne.