Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşvemana pêkanîna Hikûmeta Herêmê û encamên wê

20:27 - 24 Şibat 2014

Şemal Terxîbî

Heyamekî berî niha û di 21.09.2013’an de, piştî çendîn rojan propagendeyên ji bo hilbijartina nûnerên parlemênta Herêma Kurdistana Îraqê, di rewşeke azad û demokratîk de, nûnerên tewahiya partî û aliyên siyasî, ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatin hilbijartin.

Lê mixabin ku berevajiyê çavnihêriyan û serbarê serkevtina di vê ezmûna demokratîk de, heya niha jî pêkanîna hikûmetê neketiye çarçoveya piratîkê de, ku ew yek bi tewahî bûye sedema nîgeraniya rûniştvanên Kurdistana Başûr, û tewahiya xemxorên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

Li cem tewahiya Kurdên nîştimanperwer rohn û eşkere ye ku Herêma Kurdistana Îraqê serbarê hemû kêmasiyên xwe ezmûneke giring e.
Her li ser vê bingehê jî serkevtina vê ezmûnê serkevtina hemû takên Kurd e, û berevajî vê yekê paşveman û têkçûna ezmûnan li Herêma Kurdistanê de, wekî zirar û kêmasiyeke hemû alî ji bo hemû Kurdan tê pênasekirin.

Ji vê dîtingehê ve û bi berçavgirtina vê rastiyê ku Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê, xwediyê çendîn dijberên navxweyî û derekî bûye, em dikarin bêjin ku yek ji encamên nigatîv ên paşveman û pêknehatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev e ku rê ji bo destêwerdana neyarên ezmûna Herêma Kurdistanê, ku yek ji wan Komara Îslamiya Îranê ye xweş dibe.

Dirêjîkêşana rewşa ku me îşare pê kir, di sê waran de bi qazanca Komara Îslamiya Îranê ye: Yekemîn, herwekî me îşare pê kir Kurdistana Îraqê kariye, û di pêşerojê de jî dikare piştevanê bihêz yê siyasî, aborî û çandî be bo Kurdên Kurdistana Îranê, wate hebûna azadiyên siyasî di vê para Kurdistanê bandora xwe ya rasterast li ser bîrkirina siyasî ya Kurdên Kurdistana Îranê û bihêzbûna warê aborî ya vê para nîştiman hebe.

Duyemîn, eva ye ku serkevtina ezmûna ku me qala wê kir, di dirêjheyam û kurtheyam de dikare vê boçûna şaş verewîne, ku Kurd wekî neteweyeke paşvemayî û ne kêrhatî dizanî, ku tu yek ji wan aliyên baskirî bi qazanca rejîma Îranê ninin.

Lê ya sêyemîn ev e ku, siyaseteke hertimî ya Komara Îslamî ku bi dirêjahiya temenê xwe yê biyom berçav girtiye û dike, siyasetek ku em dikarin wekî kok û binetara rejîmê û wekî eslek di siyasetên vê rejîmê de bas bikin, wate destêwerdana di nava karûbarên welatên din de, û hewildan bona pêkanîna tevdanîkarî û têkdanan e.

Niha jî her destêwerdana rejîmê di nava karûbarên Herêma Kurdistanê û heya hinek aliyên herêmê tê dîtin, ku eva jî di demekê de rû dide ku ezmûna 35 salî ya deshilatdariya Komara Îslamî eşkere kiriye ku ev rejîma rejîmeke serberedayî, dijî Kurd, û tevdanîkar e ku û tenahiyê ji bo Kurdistanê naxwaze, û heya em dikarin bêjin ku herêma Kurditanê bûye kelema çavên Kmara Îslamî ya Îranê.

Lewra hewil dide ku ji valahiya avanekirina Hikûmeta Herêmê, mifaheke şaş wergire û bikare armancên xwe yên gemar bipêke. Ya ku di rewşeke bi vî rengî de dikare ezmûna Herêma Kurdistanê ji vê rewşê rizgar bike, û destê Komara Îslamî ji Herêma Kurdistanê Kurt bike, berçavgirtina berjewendiyên bilind ên neteweyî ye ji aliyê partiyên siyasî û siyasetvanên Kurd û aliyên pêwendîdar ên pêkanîna hikûmetê.

Lewra bi giştî em dikarin vê yekê bêjin ku aliyên pêwendîdar di Herêma Kurdistanê de, li cihê vê ku bo areserkirina arşîeyên xwe rû li dijminên neteweya Kurd bikin, hewce ye ku rêz ji îrade û xwestekên xelkê Kurdistanê bigrin û xelkê Kurditanê bikne çavkaniya biryarên siyasî.