Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşxistina 9 mehî a pereyê kedkarên komên pezdariyê

16:05 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Tevî vê çendê ku kedkarên komên pezdariyê ên Mehabadê ji 130 kesan ve bo 40 kesan kim kiriye, 9 meh e pereyên 40 kedkarên mayî hêj nehatiye dayîn.


Yaqûb Kerîmî, Endamê Şêvra Karê Komên Bezdariyê yê Mehabadê, bi daxuyandina vê ku ew pereyê kedkaran yê 5 mehên sala derbasbûyî û 4 mehên îsal in, got: Cejnane, padaş û gişt boneyên taybtî ên yasayî bi wan kedkaran nehatiye dayîn.
Ew çalakê kedkariyê bi pêdagirî li ser vê ku hawirdekirna zêde a goşt bûye seba zêdebûna pirsgirêkên vê yekeya berhemanînê, got: Paşxistina pere, nûnekirina girêbestan û nerohniya rewşa wan, ji wan belayan in ku seba hawirdekirina goşt tên serê kedkaran.
Kerîmî di doma axaftina xwe got: Komên Pezdariyê û seneta mehabadê di derbasbûyî de 130 kedkarên fermî ên çalak hebûn ku niha hejmara wan bo 40 kesan daketiye ku ew jî bi girêbestên demkî kar dikin.