Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pawe/ 150 kedkarên Kurd li pirojeya bendava Dariyan hatin derkirin

20:45 - 26 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Li dirêjahiya derkirina kedkarên Kurd ji pirojeya pêşeyî û avedan kirinê di Kurdistanê de, 150 kirêkarên Kurd ji karê xwe hatin derkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di çend mehên borî de û di dirêjahiya dûrxistin û derkirina hêza mirovî ên xwecêyî di pirojeyên Kurdistana Îranê, hejmara derkirina kedkarên bendava Dariyan li bajarê Pawe rû li zêde bûnê ye.

Li gor rapora han, roja Şemiyê 23’ê Tebaxa 2014’an, herî kêm 150 kirêkarên Kurd bi hinceta nebûna bûnce li pirojeya bendava Dariyan li bajarê Pawê hatine derkirin.

Raport bas ji vê yekê dikin ku di 15 rojên berbasbûyî de nêzî bi 210 kedkarên Kurd li bandava Dariyan li bajarê pawê li ser karê xwe hatine derkirin.

Di destpêka wê pirojê ve heta niha sedan kedkar bi hecetên cur ba cur hatine derkirin û hejmarekî zaf ji wan kedkarane çendîn mehe heqdestiyên xwe wernegirtin e.

Derkirina hêzên mirovî yên xwecêyî di pirojeyên avedankirina Kurdistanê de ji aliyê xwediyên kar û kompanyayên ser bi Sipaha Pasdaran ve bûye biryara navendên pêwendîdar û ewa jî bûye sedem ku hejmarek zaf ji kedkarên Kurd di Kurdistana Îranê de bêkar bin.