Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Î li gel Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê rûniştinek pêk anîn

19:07 - 31 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Zerguêza bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê tevî hev rûniştinek pêk anîn.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ, roja Duşemî 30\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, serdana Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirin û ji aliyê heyeta Komelê ve bi serperestiya Omer Îlxanîzade sekreterê giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.
Di vê civînê de hejmarek bas û mijarên pêwendî bi Îranê, Kurdistana Rojhelatê, welatên herêmê û bi xasmanî ew welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parevkirin, gengeşekirin û her yek ji serperestên heyetan Mistefa Hicrî û Omer Îlxanîzade nêrînên partiya xwe anîne ber bas.
Hicrî serbarî amaje bi siyasetên komara Îslamî paş hilbijartina serkomariya nû, got: Rejîma Îslamî ya Îranê li jêr givaşa dorpêçên abûrî ên navdewletî, ji siyasetên navekî paşekişî kiriye û heya niha mercên Rojava pejrandin e û bi vî awayî sazan ligel derve girtiye pêş, lê di hemberê de li hundirî welat, girtin û zîndanîkirina azadîxwazan û feqr û cudayî a neteweyan, lidarvekirina girtiyan di Îranê de, dirêje pê dide û zaftir jî bûye.
Tewereke din a basan bo çirkirina hewlên pêşîn ji ber çawaniya hevhizrî û hevdengiyên Partiyên Kurdistana Rojhelatê û peydakirina mikanîzmeke baş bo hevhizrî ya berçacgirtina rewşa Rojhelata Navîn û hemû parên Kurdistanê, gengeşekirin.