Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Îran: Rejîma Îranê ji her bûyerek nexwastî bo ser canê “Kebûdvend” berpirsyar e

22:23 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDK Îranê, di daxuyaniyekê de daxwaz ji kor û civatên mirovhez kir ku di pêwendî li gel bi cihanîna daxwastên Kebûdvend givaşê bixin ser rejîma Îranê.


Deqa daxuyaniyê bi wî awayî ye:

Kor û civadên mirovhez!

Çalakên mafên mirovan!

Li gor zanyariyên belav bûyî, pêtir ji 50 rojan e “Mihemedsidîq Kebûdvend” gireva biçîbpûnê girtiye û di girtîgehên tarî ên rejîma Îrnaê de ji laşê xwe re gitîgeh û sînîrdarkirinek din a bertesktir diyarî kriye ku rihek azadtir hebe.
Gireva han tenê ji bo daxwaziyek sade weke hevdîtin ligel zarokê xwe bûye. Li gor nûçeyan, rewşa saxlemiya birêz “Kebûdvend”di metirsiyê de ye û tê zanîn ku ew rakirine nexweşxaneyê û egera bûyerek rehl û nexwastî di metrisîketina canê wî heye.
Em daxwaz ji gişt kor û civatên alîgirê mafên mirovan û navendên navnetewî dikin ku givaşê bixin ser rejîma îslamî a Îranê heya daxwaza rewa û sadeya birêz “Kebûdvend” cih bi cih bike û rê ji rûdana bûyerek nexwastî bigre.
Di vir de em radigihînin ku her cure metirsiyek berbi rûyê laş û canê Mihemedsidîq Kebûdvend bibe, her akamek dilêş û nexwastî di encama girevgitina wî de bihê pêş, berpirsayetiya wê ji sitûyê rejîma îslamî a Îranê û servey hemûya rêberê rejêmê ye, û ew berpirsê parastina canê Kebûdvend û gişt girtiyên siyasî ne.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

16’ê Tîrmeha 2012’an