Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Îranê rêz ji xwendekar û derxwanên serkevtî girt

20:48 - 3 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Komîsyona Komelayatî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rêûresmek bo xwendekar û dersxwanên serkevtî yê sala xwendina 2012 û 2013 (1391 û 1392)a Rojî pêk anî û rêz ji wan girt.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî berwara 3’ê Îlona 2013’an, rêûresma rêzgirtin ji dersxwan û xwendekaran bi beşdariya endamên reberî, pêşmerge û malbatên PDK Îranê, birêve çû.
Di destpêkê de bi xwandina sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdan dest pêkir.


Peyama Komîsyona Komelayatî (pişka pêregehîştin ji karubarên dersxwanan) ji aliyê Şîrîn Hebîbî ve hat xwandin.
Piştre stranên fulklorî ji aliyê Xolam Fatihî ve hat pêşkeş kirin û dûr de peyama malbata xwendekar û dersxwanan ji aliyê Hejar Rehîmî ve hat xwandin.

Dawîn birga marasimê bilavkirina xelat û luha rêz girtin bi ser xwendekar û derxwanên serkevtî de bû.