Elî Munezemî
Partiya dêmokrat ya Kurdistanê ku di 16ê gelawêja 1945-an bi armanca rizgariya gelê Kurd li ser xîmê “Komeleya jiyaneweya Kurd” hate damezirandin, di heyamê 73 salan li temenê têkoşîna xwe de ewraz û nişîvên zaf qulipandine û serkeftin û şikestên mezin tecribe kirine. Lê çi carî ji riya xwe ya xebat bo azadiyê nesilikiye û neziviriye.
Ew yêka ji bo wê partiyê bûye pirîstîj û giraniyek bêhempa daye xebat û têkoşîna wê, hem di qada Kurdistanê û hem jî di qada navnetewî de; bi şêweyekê ku ne tenê biryar li ser çarenivîsa gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de bi xebat û biryarên wê ve hatine girêdan û kartêkeriyek mezin li ser wê hindê datîne, belkû karnameya kar û xebata wê bi xwe çarenivîsa gelê Kurd tê hesibandin, û ew yek bo zaf kes û aliyan bûye pirsiyar: Gelo giranî û girîngiya wê partiyê dizivire ser çi? Cihaba wê pirsê pirtûk têrê nakin û ne karê gotarek hanekî kin e. Lê em dikarin bêjin ku bi kurtasî cihaba wê pirsê dizivire bo wan xalan:
1. Partiya Demokrat a Kurdistanê yekemîn partiya nûjen ya Kurd e ku çareseriya pirsa netewî bo xwe kire armanc.
2. Arşîtektorê avakirin û damezirandina dewlet-neteweya Kurdî ye ku di sala 1946-an de karî di çarçoveya Komara Kurdistanê de û bi pêşengiya serkomar Qazî Mihemed, dewlet-neteweya Kurdî çêkirin.
3. Têkoşîna wê partiyê bo pêşvebirin û bihêzkirina hemû faktorên sazkirina neteweya Kurd wek çand, dîrok, hesta hevpar ya netewî û parastina xaliya hevpar (welat) û …hwd bûye, û niha jî her ew e.
4. Xebatek bê navbir di heyamê temenê xwe de bo mafê netewî û dana nirxên mezin bo wê armancê.
5. xelkîbûn û piştgiriya wê partiyê li aliyê xelkê Kurdistanê ve.
6. Siyasetên durust û bipirensîp ên wê partiyê.
7. Parastina serxwebûna xwe ya siyasî û danîna xet û meşandina xebata dîplomatîk li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd bi giştî.
8. Têkoşîn bo dadperweriya civakî, mafê take kesî û bawerî bi mafê mirov û peyakirin wan di xebatê de.
9. Meşandina xebatê li gora zagon û pirensîpên xebata rewa.
10. Bawerî bi demokrasî û têkelkirina wê tevî xebatê.
Hemû ew nirxane û zaf nirxên din bûne sedemê wê yekê ku xelkê Kurdistanê wê partiyê ya xwe bizane û çarenivîsa xwe bi çarenivîsa wê ve girê bide û di serkevtin û şikanê wê de xwe hevpar bizane. Bo selimandina wê yekê tinê ew hinda bes e bê gotin ku xelk her ji Makûyê ve heta Îlamê serpêhatiya hezaran şer û berxwedan û dastanên mêrxasiyê yên pêşmergeyên PDKÎ bi wehûnandina lawje û heyranan nifş bi nifş parastine û di dema xem û şahiya de bi gotina wan, hestên xwe parve kirine. Wek mînak, bi dehan lawje li ser komarê û Pêşewa, xebata çekdarî ya salên 67-68an, li ser berxwedana pêşmergeyan û şehîdan li aliyê xelkê ve hatine vehûnandin û gotin.
Alaya xebatê bo mafê netewî di Rojhilata Kurdistanê de ku li ser milê pêşmergeyên PDKÎ hatiye, û îro rojê gihîştiye nifşa me, bi rûbarek xwînê û dinyayek fîdakariyê hatiye. Bo wê çendê bi dehan hezar li xelkê sivîl, bi hezaran pêşmerge û bi sedan endamên rêberiyê û sê serokan canê xwe kirine gorî û bi hezaran kes li zîndanande tûşê îşkence û bêhurmetî û kiryarên nemirovane bûn, bi destê dijmin. Bi hezaran mal hatine kavilkirin û bi miliyonan li gelê me koçber bûn, û hesreta dîtina welêt tevî xwe birin gore, lê qet bê hêvî nebûn û li têkoşînê nevestiyan.
Ew tecribe û ders û nimûneyên fîdakariya wan bo me bi mîrat ma, û xwe di xebata me ya nû de-di Rasana Rojhelat de-dibe xwe bide nîşandan. Li ber wê yekê ye ku Rasana me nirx û giraniya xwe heye, û pişikdarî li Rasanê de anku xwedî derketin ji hemû wan nirx û şanaziyên xebata 73 salan ya PDKÎ bo azadî û mafê netewî. Yanî şanaziyên pişikdarê Rasanê li şanaziyê hemû xebatkarên qonaxên pêş xwe de, zêdetir e.
Jiber ku ew hem xwediyê wan şanaziya ne, ku nifşê pêşîn afirandine û hem jî yê bibin xwediyê wan şanaziyan, ku bi xwe li afirandina wan de rol û neqş hene. Nabe herwisa em li bîr bikin ku di xebata me ya nû de Rasan hem rêbaz e û hem jî mêtod e. Rêbaze: bi wê manayê ku domandina riya şehîdan û bi xasmanî şehîdên rêber:
Qazî, Qasimlo û Şerefkendî dom heye. Mêtod e: li ber ku bi şêveyek nû û li ser bingeha şîretê Dr. Qasimlo ê rêber, bi hevre girêdana xebata «çiya» û «bajaran» dixwaze li hemû potansiyêla gel bo serxistina xebatê mifahê werbigre, û bi kanalîzekirina hemû hêza gel, welat rizgar bike û azadiyê bo gel bi diyarî bîne. Herwisa piştî rizgariyê jî, yê wan destkevtan biparêze, û ne tinê nahêle carek din komara nû ya Kurdistanê bê hiloşandin, lê li pêşkevtin û berfirehkirina wê de jî yê roleke mezin bilîze.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine