Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ azadbûyîna Kobanê ji gelê Kurd pîroz kir

18:56 - 27 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rizgarkirina bajarê Kobanê ji gelê Kurd û xelkê wî bajarî pîroz kir.

Daxûyanî bi vî awayê ye:

Serketina şervanên Kurd û hêzên pêşmerge bi ser terorîstên DAÎŞ li bajarê Kobanê û paqijkirina wî bajarê Kurdistanê ji çekdarên wê rixistina bi hovene. her welatparêrez û azadîxwezak kêfxweş kir û bi vê yekê bîra neteweyî li nav dilê gelê Kurd de xurtir bû.

Bi sedema vê serkeftina pîroz û mezin, pîrozbahiya xwe bi serokatiya Herêma Kurdistanê, hêzên hevpeyman, pêşmerge û şervanên xweragir ên meydana şerê destanrêseya Kobanê, kes û karê şehîdên vê dozê û hemû wan aliyên ku di vê destkevta mezin de rola xwe lîstine pêşkeşî dikin

Hêviya me serkevtina seranserî a yekserî û bilez a hêzên Kurdî bi ser terorîstan û girûpa DAÎŞ di hemû axa Kurdistan de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
27’ê Çileya paşîn a 2015’an