Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û hikûmeta demokratîk

13:10 - 24 Kanûna Paşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Avakirina Komara Kurdistanê 70 salan berî niha cîhanek guherî ku berê Kurd tê de dihatin bişavtin, û deshilata faşîstî dixwast ku hebûna neteweyekê ji reh û rîşe de derxîne. Komara Kurdistanê çendîn biyavên siyasî kulturî û dîrokî û stratejîk û civaknasane hene, ku her yek ji wan hewcehiya wan bi xwendin û raveya cuda û taybet heye.

Di vê navberê de rola PDKÎ wekî avakerê vê komarê roleke yekalîker û pênaseker heye.

Yekalîker bi vê wateyê ku bi hebûna partiyeke modern û demokratîk egera avakirina hikûmeteke pêşkevtî û pirr ji şanazî wekî Komara kurdistanê gellek lawaz dibû. Pênaseyek e jî bi vê manayê ku her demekê bas ji hikûmeta Kurdistanê li sala 1946’an de tê kirin, bona nasandina vê hikûmetê dibe em hawara xwe bibin ber pênaseyan û pirogramên vê hizbê ku Komara Kurdistanê ava kir.

Pirsyarek ku tê hole ew e ku gelo hekî PDKÎ neba, û hekî hikûmete ferzî bihatina avakirin, wê hikûmeteke çawa bûya?

Herçend em nikarin hinek paramêtrên din danên û formeke ferzî bidin dîrokê, lê ezmûna neteweyên din nîşan daye, ku li amadenebûna partiyeke demokrat de hikûmeteke çawa tê avakirin.

Herçend ku PDKÎ bi sedema vê ku nû hatibû avakirin, nekarîbû şorr bibe nava tewahiya aliyên jiyana xelkê, û xelkê ji bernameyên xwe têbigehîne, lê di heyama 330 rojan de cîhanek ji şanaziyan afirand ku nivşên piştî Komara Kurdistanê wekî rêbazekê çav ji van karan dikin.

Gellek hikûmet hebûn ku herçend di destpêkê de rewayiya şoreşgerî hebûn, lê piştre û li pêvajoya domandina deshilatê de, li ber nebûna PDKÎ di deshilatdariyê de, ber bi dîktatoriyê ve çûne, bi awayekî ku hikûmetên berî wan hêviya wan ew bûye, ku xwazî hikûmeta berê maba baştir bû.

Di vir de em digihîjin vê encamê ku cuda ji rola PDKÎ, hebûna rêkxiraweke demokratîk ku dîtingeheke mirovî û modern û demokratîk bo jiyana civakî û siyasî ya xelkê hebin, hewcehiyeke haşahilnegir e, ku PDKÎ deftera şanaziyên wê stûrtir û girantir dike.

PDKÎ, hebûna rêkxiraweke demokratîk ku dîtingeheke mirovî û modern û demokratîk bo jiyana civakî û siyasî ya xelkê hebin, hewcehiyeke haşahilnegir e, ku PDKÎ deftera şanaziyên wê stûrtir û girantir dike.