Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêngavek di pêxema yekgirtina neteweyên Îranê de

18:50 - 12 Adar 2014

Dara Natiq

Bi dirêjahiya dîroka xebat û tekoşîna PDKÎ, vê partiyê tevî hewildana bo rizgariya neteweya Kurd, li jêr zulm û zordariya hikûmeta nawendî, her tim berevanî ji mafê hemû neteweyên bindest ên Îranê kiriye, û daxwazkarê pêkanîna deshilateke demokratîk û gelî bûye, ku tewahiya pêkhateyên Îranê mafê wekhev di birêvebirina welat de hebin, û di vê pêxemê de jî, nirxeke zaf dane.

Her di vê derheqê de jî, PDKÎ di pêşdestî û pêngaveke dîrokî de, li 20.02.2005’an, bi komkirina nûnerên tewahiya neteweyên bindest ên Îranê li dewra program û pilatformeke hevpar, li ser bingeha xebat û hewildan bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û federal, bo pêşeroja Îranê, Kongireya Neteweyên Îrana Federal ava kir.

Her wekî ku di yekemîn daxuyaniya avakirina vê kongireyê de hatiye, û pêdagiriyê li ser vê eslê dike ku welatê Îranê milkê tewahiya xelkê, û neteweyên wî welatî ye.

Mafê ku bi dirêjahiya dîrokê ji neteweyên wî welatî hatiye standin, û herwisa qala vê yek dike, ku em zulm û stema neteweyî û bê edaletiyê, ku rejîm li hemberî wan neteweyan bi rêve dibe, hest pê dikin, û xebat û tekoşîna azadîxwazên welatê me, û qurbanîdan di pêxema bidestvehatina dadperwerî û azadiyê di Îranê de bilind dinirxînin.

Herwisa li ser vê baweriyê ne ku hiloşîna rejîma dîktator û dijî gelî ya Îranê, û avakirina hikûmeteke federal li ser bingeha neteweyî- coxrafî wekî mîkanîzmeke siyasî bo pêşeroja Îranê dikare berdewamî û hevgirtina hemû neteweyên Îranê li çarçoveya Îraneke demokratîk û azad de biparêze, û lewra jî bi berçavgirtina vê hewcehiyê, hevgirtina di navbera tewahiya pêkhateyên welat de, em bi hewce dizanin.
Herwekî dizanin Îran welatekî çend netewe ye û ji şeş neteweyên Fars, Turkên Azerî, Kurd, Ereb, Belûç û Turkemen pêk hatiye, lê her tim li ser bingeha neteweyeke serdest birêve çûye, û neteweyên din zulmlêkirî bûne, û berdewam hatine serkutkirin, û sîstema siyasî di Îranê de, tu demekê nekariye bersiva rastîn ya jiyana neteweyên Îranê bide, û daxwazkarî û xwestên rewa ên neteweyên bindest hertim wekî metirsî bo ser yekparçeyiya xaka Îranê hatiye hesibandin, û bi vê hêcetê berdewam hatine serkutkirin, û mafên wan hatine binpêkirin, û herçend Îran li gorî pêkhateya xwe, ji welatekî çend neteweyî pêk hatiye, lê mixabin di yasaya bingehîn ya Komara Îslamî de, tu demekê ew netewe nehatine qebûlkirin, û ezmûna derbazbûyî ya rejîmê û hebûna destûreke pirr ji netebahî, vê rastiyê eyan û eşkere dikin ku neteweyên bindest berdewam di çarçoveya dewlet û yasayên dijî gelî ên vê rejîmê de mafên wan hatiye binpêkirin, û li jêr cihgirkirina kultura neteweya serdest, wate yek netewe, yek ziman, yek meseb û yek ala, bi berdewamî hewla asîmîlkirin û jinavbirina nasnameya neteweyên bindest dane.

Lewra em dibînin ku bi berçavgirtina wav ferq û cudahiyan û bi fermî nenasîna wan neteweyan, di yasaya bingehîn ya Îranê de, û binpêkirina mafên wan, û nîşandana Îranê wekî yek netewe, ku neteweya Fars e, di yasaya wî welatî de, û diyarîkirina mesebekê wekî Şîeya dazdeh Îmam û ...hwd, weha kiriye ku neteweyên bindest vê sîstemê bi ya xwe nezanin, û bo rizgarbûna ji çewsandin, û zulm û zordariya rejîma dijî gelî ya Îranê, berdewam di qada xebat û tekoşînê de bin.

Kongireya Neteweyên Îrana Federal di yekemîn ragehandina xwe de, qala vê rastiyê dike ku Komara Îslamiya Îranê hikûmeteke totalîtêr e, û dijî azadî û mafê xelkê Îranê ye, û hiloşîna vê deshilatê mercê yekemîn bo cihgirkirin hikûmeteke federal û demokratîk di Îranê de ye, herçend Kongireya Neteweyên Îrana Federal di destpkê de, bi beşdariya heft rêkxiraw û aliyên siyasî ên ser bi neteweyên zulmlêkirî hate avakirin, lê karî ku yekdengî û yekgirtina siyasî û rêkxistinî pêk bîne, û bibe hêvina hevgirtina neteweyên Îranê.

Vê kongireyê şiya ku bo yekem car di dîroka siyasî ya Îranê de, bi komkirina beşeke berçav ji rêkxiraw û hêz û aliyên siyasî û azadîxwaz li dewra pilatformeke hevpar deriyê hevgirtinê di navbera neteweyên zulmlêkirî de pêk bîne, û bi danîna projeyeke hevpar û lihevkirina li ser mîkanîzma siyasî ya pêşeroja Îranê, li dijî hikûmeta nawendî û hiloşîna vê rejîmê bername hebin û herwisa bi berfirehkirina bazineya xebat û tekoşîna xwe ya siyasî, hêz û rêkxirawên zêdetir li dewra xwe kom bike.

Lewra baştirkirin û bihêztir kirina Kongireya Neteweyên Îran Federal bi gotareke hevbeş ya siyasî li derheq sîstema pêşeroja Îranê, tevî vê ku dikare bandoreke baştir di kom û nawendên cîhanî de hebe, hevdem hevgirtina siyasî û rêkxistinî ya di navbera hêz û rêkxirawên Îranî de bihêztir dike, û îradeya hevgirtin û azadîxwaziyê di nav neteweyên Îranê de bihêztir dike û dibe garantiya sîstema pêşerojê ya welat li ser bingeha federalî-coxrafî, û bidestvehatina tewahiya mafên gelên Îranê.
Dara Natiq