Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagon/Sipaha Qods a Îranê alîkariya Taliban dike

20:15 - 6 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Wezareta Bergirî a Amarîkayê, di raportekî de Sipaha Qods û Pakistan, bi aloz kirina ewlehî ya Afxanistanê, tometbar kirin.

Li gorî raporta kurdistanmedia, Wezareta Berevanî kirina Amerîka(Pêntagon), di raporta xwe ya nû de ku deheq asayêşa Afxanistanê de hatibû bilav kirin, rejîma Îran û hikûmeta Pakisnê, bi aloz kirina rewşa hêmin a Afxanistanê, tometbar kirin.

Wezareta Bergirî a Amerîkayê di raporta xwe de tekez kiriye ku Sipaha Qods, çiqa derekî a Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, ji riya amadekirina alîkariyên berfireh û xeter, dixwaze hêzên Navdewletî, di demeke nêz de ji Afxanistanê derbixe.

Gorî raporta “Pêntagon”, Stratejî ya rejîma Îslamiya Îranê, mifahwergitin ji xurt bûneke nerm, bo bilav kirina hestên aydiyolojiya Şiî, di herêmê de ye ku bi hezaran milyar Dolar mezaxtin(xerc) bi pey xwe tîne .

Şermizar kirina rejîma Îranê liçav aloz kirina herêma Afxanistanê, ji aliyê Pêntagonê ve, heya niha bertekdana welatê Îranê bi pey xwe neanîye.

Rejîma Îslamiya Îranê her tim, ji aliyê welatên Rojava û her wiha welatên Rojhelata Navên ve, bi aloz kirin herêmê, hatiye protisto kirin.