Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Personelên Zanîngeha Sineyê bi vaksena Îranî ya Bereket hatine vaksînekirin

17:36 - 13 Tebax 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmediya”ê, personelên Zanîngeha Sineyê neçar mane û vaksena Îranî ya bi navê “Koîran Bereket” xwe vaksîne bikin.

Çavkaniyan daye zanîn ku heta niha piraniya personelên vê zanîngehê bi vaksena “Koîran Bereket” hatine vaksînekirinê di halekê de ku, berpirsên rejîmê bi wê vaksenê xwe vaksîne nakin.

Rejîma Îranê ku 4 vaksenên “Sputnik V, Oxford AstraZeneca, Sinopharm û Covaxin” û 2 veksenên Îranî ên bi navên “Sobrana 02 û Koîran Bereket” bo vaksînekirina xelkê asayî bikar aniye.

Vaksînekirina xelkê bi vaksenên “Sobrana 02 û Koîran Bereket” di halekê de ye ku ew 2 vaksenane ji aliyê Rêkxirava Tenduristiya Cîhanî ve nehatine erêkirin.