Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde, pîlanên neyaran!

15:00 - 8 Şibat 2014

Şehab Xalidî

Endameke ferhengistana ziman û edebiyata Farsî bi navê Fethulla Muctebayî ragehandiye: “Min şik têde nine ku mijara xwendina bi zimanê dayîkê, ji dervayî welat hatiye Îranê, û baştirîn alav bo paşvehêlana her neteweyekê guhnedan bi zimanê wan e, û hekî em bixwazin zimanê dayîkî weke zimanê zanistî û perwerdeyî bi kar bînin, ev yek cihê metirsiyê ye û bêhna pîlanan jê tê.

Cuda ji deshilatên din ku pêşiya xwendina bi zimanê dayîkê di çendîn salên borî de girtine, deshilata niha jî berevajiyê benda 15’ê ya yasaya bingehîn ya Îranê kar dike, û mafê herî mirovî, destûrî, û şer’î ji Kurdan standiye, û bi vê siyasetê dixwaze zimanê gelan di nava Farsî de bimihîne.

Lê ew bixwe baş dizanin ku hekî di salên borî de, bi pêşîgirtina ji perwerdeya bi zimanê dayîkê dikarîn pêşiya pêşkevtina ziman bigrin, lê niha bi sedema wan hemû emrazên ragehandinê û torên civakî, ku zimanê Kurdî bi kar tînin, û bi wan civînên ku li ser zimanê Kurdî têne girtin û pirtûkên ku bi Kurdî li derveyî Îranê çap dibin, êdî helandina ziman ne karekî hêsan e.

Lewra ya baş ew e ku hem zimanzan û hem jî karbidestên rejîmê di cihê êrîşa bo ser zimanê neteweyan, bîr ji cîbicîkirina benda 15’ê ya yasaya bingehîn ya welatê xwe bikin, û bi vî awayî hêrsa neteweyên bindest bilind nekin, jiber ku siyaseta dijberiya bi perwerdeya zimanê dayîkê, neteweyan zêdetir ber bi hînbûn, û hewldan bo pêşvebirina ziman pal dide.

Siyaseta dijayetiya digel perwerdeya bi zimanê dayîkê, ne tenê welat yekparçe nahêle, belkû hewla xwe bi bîhanîzanîn û cudabûnê di hundirê takên civakê de perwerde dike.