Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê îdia kiriye ku dibistanên kanêksî bêne hilbigirin/ Çend sal berî niha jî ew îdia kiribû

13:06 - 12 Hezîran 2022

Wezîrê Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê “Yûsif Nûrî” gotiye hemû dibistanên ku kanêksî ne an di kuxteyan de ne, bi mercek ku rêjeya dersxwanên di wan dibistanan de zêde bin, emê dê hil bigrin.

Gotina Wezêrê Perwerde û hinkariyê rejîmê di halekê de ye ku pêka amarên rejîmê zêdetir ji 12 hezar dibistanên kanêksî, kuxte û kevirî hene û Wezareta Perwerde çend salan berî niha jî soz dabû ku heta çend mehan dibistanên ku di kuxte û kanêksan de ne bi yekcarî hil bigrin, lê heta niha soza wan bi çewt derketiye.

Wî berpirsê rejîmê gotiye, em di hewlê de ne ku bi hevkariya xêrxwazan bi cihê wan dibistanên kanêksî dibistanan ava bikin û dersxwanên ku ji waneyan bi pare mane dikarin bi mifahvergirtin ji tora “Şad” waneyên xwe berdewam bikin.

Nebûna hêlên înternetê li piraniya gundan, bilindbûna nirxa kelûpel û tiştên hewce bo dersxwanan, zêdebûna nirxa tomarkirina navê dersxwanan li xwendingehan, tenê beşek ji pirsgirêkên dersxwanan bo perwerde û hînkariyê ne ku wî berpirsê rejîmê ti basek ji wan nekiriye.