Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangeha wêneyî ya “agir belaya canê daristanên zagrosê” ye, li zankoya Merîwanê de bi rê ve çû

21:12 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Zankoya Peyama Nûr a Merîwanê mêhvandariya pêşangeheke wêneyî ya şewitîna daristanên Zagrosê kir, ku di vê agirgirtinê de bi hezaran dar hatin şewitîn.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, di vê pêşangehê de 50 berhemên hunerî hatin nîşan dayîn, ku tê de terajidiya şewitîna daristanên Zagrosê ku wekî lekeyeke reş, bandoreke hiloşîner li ser jîngehê hebûye, hate nîşandayîn.

Arman Xeforî di vê derheqê de got ku erka li ser milên hemû taken civakê ye ku bergiriyê ji parastina sermayeya jiyanê bike, ku bi awayê şewitandinê dikeve ber metirsiyê.

Di van salên dawiyê de me dît ku NGO’yan û “Civata Sewz ya Çiya” li Merîwanê roleke mezin derheq kontrolkirina agir de lîstin.

Parêzgeha Kurdistanê li quntara çiyayê Zagros de hilketiye, û yek ji wan parêzgehan e ku berdewam daristanên wê dibin armanca agir, û ji nav diçin.

12684.jpg