Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehekî nîgarkêşanê li bajarê Sine hat wekirin

20:54 - 18 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Pêşangehek ji berhemên nîgarkêş “Maşalla Mihemedî” li bajarê Sine dli ser xwazyaran de hat wekirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî 17’ê Gulan a 2014’an, pêşangeha berhemên hunermenê nîgarkêş Maşalla Mihemedî li bajarê Sine hat wekirin û di vê pêşangehê de 30 tabloyê nîgarkêşên hunermenê Kurd yê han ku di heyamê 10 salan de kar li ser kiriye, têne nîşan dan.

Hunermenê han di nîgarkêşanê de ji teknîka reng û ron mifah wergirtiye.

Ev pêşangehe bo heyamê 5 rojan di ser pişikdaran de wekiriye.

Maşalla Mihemedî sala 1348’a Rojî li bajarê Sine ji dayîk bûye û li rişta nîgarkêşanê li zanîngeha Tehranê xwendina xwe temam kiriye û heyamê 30 salan e di vê riştê de çalakiyê dike.