Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşî ji birêveçûna şanoya ser şeqam a Merîwanê tê girtin

12:11 - 9 Çirriya pêşîn 2021

Şanoya serşeqam a Merîwanê yek ji şanoyên navnetewî ye ku salane li wî bajarî bo heyama nêzî hetiyekê tê lidarxistin û girûpên şanokar li welat û bajarên cuda di wê festîvalê de beşdar dibin û hunera xwe didin nîşandan û bûye nasnameya bajarê Merîwanê jî.

Ew Festîval hunerî îsal dibû 15`emîn festîval, lê du sal e ku bi hêceta belavbûna vîrûsa Koronayê rê nadin bi rê ve here.

Serokê Zanîngeha Zanista Pizîşkî, “Ferdîn Rizayî” got, ku bi sedema vîrûsa Koronayê û vaksînekirina tenê ji %35 a xelkê, şanoya ser şeqaman îmkan nîne bi rê ve here û pir metirsîdar e.

Hebûna Koronayê bo perpirsên rejîma Îranê bûye hêcetek baş û her tiştek ku bi dilê wan nebe û dijayetiya xwe tê de bibînin, rê nadin û pêşiyê digirin.

Dîroka şanoya şerşeqam berî şerê cîhanî yê yekem ku girûpên siyasî ji rêya şanoyên kurt û puxit û bi dûr ji çavê dezgehên ewlehiyê ve peyama xwe belav dikirin û ew arîşeyên ku di nava civakê de û ew gendelî û zilma ku di nava deshelatê de hebû bi rêya şanoya ser şeqam ve bas û belav dikirin.

Dibêjin ku huner zimanê hevpar ê hemî cîhanê ye û hebûna şanoya ser şeqam di nava civaka Kurdî de bestênek baş bû bo şiyarkirin û gehandina arîşe û pirisgirêkên civakî bi guhê xelkê biyanî yên welatên din û herwisa xelkê bajarên din yên Îranê.

Yek ji arîşe û pirsên xelkê Îranê û bitaybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê kolberî, betalî, giranî, tûşbûna lawan bi madên hişber û…hwd e ku li salên derbasbûyî di nava wê şanoyê de hatine nimayîşkirin û ji rêya wê hunrê ve xelkê biyanî hatine agehdarkirin.

Bilî wan tiştan jî, hatina xelkê bo parêzgeha “Sine”yê û bajarê Merîwanê di warê aborî û nasandina taybetmendiyên wê parzêgahê bi xelkê re jî qazancek baş heye, lê mixabin ku eva 2 sal e hatiye ragirtin.