Navenda Mafê Mirovî li Îranê ragihand ku li roja Duşemî û Sêşemiya vê heftiyê de rêjîma Îranê li girtîgehên xwe de 9 girtiyên din bidar vekirine.
Pêka vê raporê, li roja Sêşemî 18ê Çiriya Paşîn, “Seîd Cokar” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê, Mihemedcewad Reşîdî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê, “Husên Fermanî û Ariya Seîdî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Meraxê û “Armîn Şukrî” û 2 girtiyên xelkê Efxanistanê ku nasnameya wan nehatiye zanîn, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayinê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Duşemî 17ê Çiriya Paşîn jî “Nîma Goderzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Durûd”ê û “Xudakerem Merdanî li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Melayir”ê de hatibûne bidarvekirin.