Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçona kora “Xizmetek bi qasî temen” bo rêzgirtin ji mamosta “Ebdula Hesenzade” li bajarê Washîngitonê

18:31 - 19 Çirriya paşîn 2025

Navenda Lêkolîna Rojhilata Navîn li Washington”Mêraw” bi armanca rêzgirtin ji temenk xizmetkirina bi şan a mamosta Ebdula Hesenzade, kesayetiyê siyasî û wêjeyî yê xuyaye Rojhilatê Kurdistanê, koryadek li jêr navê “Xizmetek bi qasî temen” bi rê ve bir.

Ev koryada li roja 15ê Çiriya Paşîn a 2025an, li bajarê Waşîngtonê bi rê ve ço ku hevdem digel salroja jidayîkbûna mamosta Ebdula Hezenzade bû. Li destpêkê de “Seyran Şerefî” birêvebera vê koryadê ragihand ku armanca lidarxistina vê koryadê, bilî rêzgirtin ji kesayetiya mamosta, ev e ku bas ji aliyên curbicure jiyana mamosta Ebdulla Hesenzade bê kirin û nivşa nû bikare rasterast û hûrtir mêzeyî wan aliyan bike.

Li qonaxa yekem a koryadê de girtevidyoyek hate belavkirin ku tê de hejmarek ji hevçeper û hevrêbazên mamosta Ebdula Hesenzade ku endamên rêberatiya Hizba Dêmokrat bûn, bi nêrîna xwe ve bas ji kesayteiya mamosta Ebdula Hesenzade kirin. “Mistefa Mewlûdî, Mihemednezîf Qadirî, Hesen Restigar, Simayîl Bazyar, Hesen Şerefî, Xedîce Meizûrî, Omer Balekî, Mistefa Şelmaşî, Babaelî Mêhrperwer û Gulale Şerefkendî” li vê girte vîdyoyê de li ser kesayetiya mamosita Eddula Hesenzade axivî bûn.

Li qonaxa 2yê ya Koryadê de Nasir Babaxanî, berpirsê Navenda Mêraw, gotarek li jêr navê “Çendîn alî û bandorxistin”ê pêşkêş kir û li vê gotarê de rohnkirin li ser vê yekê da ku hindek kesayetiyên taybet li dîroka siyaset û wêjeya Kurdî de hene ku dibe bi nivşa zêrîn navdêr bikin. Nabvirî tevî îşarekirin bi mamosta Hejar, mamosta Hêmin û mamosta Zebîhî ku hinek ji vê nifşa zêrîn a Kurdin, got ku nifşa piştre dibe îşare bi mamosta Ewdila Hesenzade û ew hemû rêzdarane kesayetiyên çendîn alî bûn û ev çendalîbûna û kûrahiya aliyên li nav civakê bikin ku li warên curbicurên wêjeyî, siyaset, rojnamevanî û rewşenbîriyê de dibin sedema çêbûna pêvajo an pêla hizriya girîng li nava civakê de. Nasir Babaxanî bi şirovekirina wan aliyan li jiyan û berhemên mamosta Hesenzade, îşare bi vê yekê kir ku dibe tevaviya wan aytemên li hizrinên hişmendekî awangard ê wek Giramişî de anku 3 çemkên hejmûnî, aliyê dîrokî û herwisa rewşenbîriya organîk bi şêwaza berhevdanîn li nav berhem û jiyana mamosta Hesenzade de bêne peydakirin û ew bûye sedemek bo vê yekê ku mamosta li nav nifşên curbicur ên civaka Kurdî de bandora vî bi tevavî bê xuya.

Li qonaxeke din a vê koryadê de girte vîdyoyek din hate belavkirin ku çendîn akadimîsiyenên Başûrê Kurdistanê bas ji rol û pêgeha bilind a wêjeyiya mamosta Hesenzade kiribûn ku karî bû pireke pêwendîgirtina qahîm li navbera nivîskar û rewşenbîrên 6 dehikên derbasbûyî yên Kurd aliyê kêm li 2 beşên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de çê bike. Dr. Kurdistan Mukriyanî, mamosta Mumtaz Heyderî, Dr. Şukriye Resûl, Dr. Osman Deştî û mamosta Azad Ebdulwahîd, ji wan nivîskar û akadimîsiyenan bûn ku li vê girte vîdyoyê de li ser pêgeha wêjeyiya mamosta axivî bûn.

Li pareke din a koryadê de “Celîl Azadîxa” berdevkê Kurdên Rûniştiyên Amerîkayê gotarek li ser pêgeha siyasî û wêjeyî ya mamosta Ebdula Hesenzade û bandora wî li ser bûyerên siyasî û wêjeyiya nîv sedsala derbasbûyî ya Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir. Li para dawî ya vê koryadê de jî peyameke vîdyoyî ya mamosta Ebdulla Hesenzade hate belavkirin ku di vê vîdeoyê de bilî spaskirin û nîşanadana pêzanîna xwe li vê koryadê, basek girîng a hemûalî, li varên siyasî û wêjeyî pêşkêş kiribû, ku di nava axivtinên xwe de basê zimanê standard û yekgirtiya Kurd kiribû.

Hewceyî baskirinê ye ku ev koryada, zêdetir ji 2 demjimêr û nîvan berdewam bû, şandên nûneratiya Herêma Kurdistanê li Amerîka, liqa 7 a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê, melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Waşingtonê, nûneratiya Komeleyeya Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê û navenda Kurdên Amerîkayê, beşdar bûn.