Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka, Erebistan û Îsraîl bi hev nêzêk kirine

10:46 - 19 Çirriya paşîn 2025

Li serdana “Mihemed Bin Selman ê Welîehdê Erebistanê li roja Sêşemî 18ê Çiriya Paşîn bo Amerîkayê û hevdîtin digel Donald Trump û erêkirina firotina balafirên F35 û herwisa 100 tankên cura Abrams, nêzîkbûnek berçav li navbera Amerîka, Îsraîl û Erebistanê de çê bûye. 

Li vê derheqê de “Mihememd Bin Selman” ragihandiye: “Erebistan amade ye tevlî lihevkirina Îbrahîm bibe û hemû pêwendiyên xwe digel Îsraîlê asayî bike û dibe ev tevlîbûna bi peymana Îbrahîm, rêyek rohn bo avabûna dewleta Felestîniyan bide nîşandan.

Herwisa “Mihemed Bin Selman” ragihand ku li serdana Donald Trump bo Erebistanê de sermayeguzariyeke yek trîliyon Dolarî li Amerêkayê de dike ku pêştir 600 milyard Dolar bû.

Navbirî bi tekezî gotiye ku bo cihgîrbûna aşîtî û aramî li navbera Îsraîl û felestîniyan hemû şiyana xwe bi kar tîne.

Donald Trump jî li derheq dana wan balafir û tankên pêşkevtî de rû bi Mihemed Bin Selman” ragihand ku Erebistan û Îsraîl li astekê de ne ku dibe baştirîn curên balafiran hebin.

Vê yekê şiyana esmaniya Erebistanê li Rojhilkata navîn de gelek zêdetir kiriye ku li hember fitne û şerxwaziyên rêjîma Îranê û Hûsiyan gelek bihêztir bisekine.