Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girossî ragihand ku dibe em lêkolînê li navendên navkî yên rêjîmê de bikin

18:33 - 19 Çirriya paşîn 2025

Rafaêl Girossî, Serokê Ajansa Navnetewî ya wizeya navkî bi tekezî got ku rêjîma Îranê her îdia an gotinek li derheq bernameya xwe ya navkî hebin, bo me çi ji meselê naguherîne û dibe em lêkolînên xwe berdewam bikin.

Herwisa navbirî ragihand tevî axaftinên serkomarê rêjîmê li derheq navendên bombebarankirî, ku gotiye ev navend ji nav çone û ti ji wan nemaye, ev bi wateya dawîhatin bi lêkolîn û çavdêriya Ajansê bi ser wan de nîne.

Rafaêl Girossî bi rohnî ragihand ku Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî erkdar e ku lêkolînan li vê rewşê bike û rastiyên li wan navendan de biceribîne.

Gotinên çewt û dijhev ên berpirsên rêjîmê li derheq Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 û herwisa bernameyên din ên navkiya rêjîmê, li civaka cîhanî de ti cihê baweriyekê nîne û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî erkdar e ku tevahiya bernameya navkî bi taybet navendên bombebarankirî, navedên veşartî û navend û bernameyên cihê şik û gumanê ên rêjîmê rohn û aşkera bike û rastiyên vê îsbat bike.