Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge û hizra netewî

11:42 - 16 Kanûna pêşîn 2020

Nûredîn Sofîzade

Beriya vê ku em basa pêşmerge bikin, hewce ye basekî giştî derheq mirovên şoreşvan bikin, ku di her cihekê û renge di nava her civatgehekê de, dema ku zilm û zordarî hebe û mafê parek ji xelkê wê civatgehê bête zevtkirin, hin kesên xwedî xîret û netirs li hember wê zilm û bê mafiyê serî hildidin û dibine pêşeng û gorî awayê mumkin xebatê dikin bona bidestveanîna mafê wê civatgehê, belê ew kesane dibine pêşeng û li ber vê ku tenê daxwaza mafê xwe yê kitekesî nakin û daxwaza mafê parek ji civatgehê dikin, lewma ji aliyê wê civatgehê ve têne pişgîrîkirin û xelk wan bi xebatkarê xwe dizane.

Ew kesane renge yek ji awayê xebatê weke siyasî, medenî, çandî, teblîxî, beşdarî di piroseya hilbijartinê de, teblîxî, mediayî, rêkxistinî, sinfî, û yên dinê de be… Ew kesane jêre dibêjin xebatkar û pêşengê daxwaziya maf, îcar ew mafa çi warekî bi xwe ve bigre.

Lê dema ku hemî cure mafên civak û netewe û xelkekê hatibine zevtkirin, li warê çand, ziman, nasname û axa wan hatibe dagîrkirin, renge hinek kesên cesûr û xwedî hest nekarin rûnên û temaşevan bin û bona gihîştin bi maf û azadî û rizgariya ax û netewa xwe, bi awayekî radîkal dest diavêne çekê û li hember dagîrker çalakiyan dikin, ew kesên bi vî awayî xebatê dikin, ew şoreşvanê nava gelê xwe ne.

Bê guman nabe eva jî bête jibîrkirin ku ew şoreşvanane jî bi neçarî renge dest bo çekê biribin, ji ber vê ku dagîrker û aliyê maf zevtker derfet û mecal û azadiya xebata siyasî û medenî nedaye wan, û dagîrkerê hakim sîstemekî totalîter û dîktator û xwesepên girtiye bera xwe û her rêkekî xebata aştiyane dayêxistiye.

Netewa Kurd di Kurdistanê de digel dagîrker û deshilatên dîktator hember in û ew rejîmane jî derfeta çi yek ji rêkên xebata aştiyane û demokrasî û rêkxistinî bo gelê Kurd nehêlane û bi hêz û êrîş û kuştin û girtinê, berdewam cehd kirine ku dengê mafxwaziya Kurdan mat bikin û berdewam înkara her mafek Kurdan dikin.

Wê demê ye ku hinek kesên xwedî hest û têgiheştî û seh bi hemî mafên zevtkirê yên netewa xwe ji aliyê dijminan ve dikin, bona man û mewcudiyeta Kurd û Kurdistanê, bona bêdeng nemana li hember bê mafiya netewa xwe, bona vê ku bo dijmin û dakîrker bide xuyakirin ku ew heta bi yekcarî li hember dagîrkarî û înkara mafên xwe de bê deng namîne û berdewam e li ser mafxwaziya xwe, gelek bi zanebûn û bi hizra bilind a netewî, dest didine çekê û gorî îmkan û derfetan xebatê dikin û amadene bona parastina gelê xwe, heta canê xwe jî gorî bikin, ew kêne û jêre çi dibêjin? Ew cem gelê xwe bi pêşmerge hatine naskirin.

Ku wisa ye bi baldan bi basa serve, îsbat dibe ku pêşmerge û şoreşvanê Kurd, tenê mirovekî çekdar û şerker û yaxîbûyî nîne, belkî pêşmerge gelek agahane bi hestkirin ji hemî bêmafiya netewa xwe, bi dagîrkariya Kurdistana xwe, bi hestkirin ji qedexebûna nasname û ziman û çanda netewa xwe, bi hestkirin bi zilm û zordarî û asîmîlasyona dijminan li ser gelê xwe, amade dibe ku bibe pêşmerge û ji rêka wan armancan û bidestveanîna wan mafên zevtkirî yên netewa xwe amade ye canê xwe jî gorî bike.

Ku wisa ye pêşmerge kesek e ku mirov hekî mafê tewaw ê pênasa pêşmerge bide şoreşvanê Kurd, dibêje ku pêşmerge, mirovekî agah li warên siyasî, çandî, netewî, dîrokî, nasname û dijminnasînê ve tewaw pê giheştiye û baş dizane ku nirxa bidestveanîna wan mafan giran e, û dibe gelê wî ji navçûnê bête parastin, her lewma pêşmerge amade dibe mergê xwe pêş merg û jinavçûna gelê xwe dabinê.

Berevajî propagenda jehrawî û qirêj a dijminan, ku wisa didine xuya ku pêşmerge tenê çekdarek û bes, belkî pêşmerge pêşengê xebata rizgarîxwaziya netewa xwe ye, pêşmerge alahilgirê xebat û teslîmnebûna li hember dijmin e. Pêşmerge ji bilî çekdarekî/ê şoreşvan, xebatkarek siyasî, medenî, çandî, perwerdehî, rekxistinî, xwediyê waneya welatperwerî û geldostiyê ye. Bi kurtî pêşmerge remz û sembol û rêberê me`enewî yê gelê xwe ye û cihê hêviya Kurdan e.

Di dawiyê de bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergên Kurdistanê, hemî pêşmergeyên qehreman ên Kurd, malbatên şehîdên serbilind ên Kurd û hemî gelê kurd pîroz dikim.

Heta Kurd û Kurdistan û şoreşvanên weke pêşmerge hebin, bê guman dê weke neteweyekî zindî û serbilind her bimîne.

Bijî Pêşmerge

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine