Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge û qirmîna çekê

12:52 - 23 Kanûna pêşîn 2019

 Kerîm Perwîzî

Dema ku tu navê pêşmerge dibihîzî, yekem wêneyê ku di mêjiyê te de çê dibe, mirovekî Kurd e ku çekeke sade ya yekkesî li ser milên wî ye, û li ser çiyayekî Kurdistanê sekinî ye, û li nîştimana xwe dinihêre.

Ew wêne serî heta binî pir e ji remz û hêmayan, ku ji dîroka xebata neteweyekê ve çavkanî digre, ku wekî çiya berdewam ketiye ber êrîşa şûr û mûşek û bombeya kerb û kîna koloniyalîzma tawanbar û her wekî çiya li ser piyên xwe bûye, û niha jî ser piyan e, û di nava dilê dîrokê de li ser piyan  sekinî ye, ew jî bi laşeke bixwîn lê bi serekî bilind ve.

Pêşmerge ew mirov e li Kurdistanê, ku dibe remza herman û man û xweragirî û kolnedanê. Ji pêşmerge ve nepeniyên çiya dirêjne nava hundirê gel, û xortên nivşa nû li gora wê pêdigihîjin û perwerde dibin.

 Lê ew wêne renge me rastî şaşiyan jî bike. Renge ku me jêve be ku tenê di dema tengasiyan de ye, ku hêzeke dijîgelî ya koloniyalîstî mijûlî kuştina xelkê ye, yan mijûlî wêrankirina cihekî Kurdistanê ye, bêt û wan bide ber gulleyan, û cardin ew pêşmerge vegere hêlûna pilingan û jiyan bi asayî berdewam dibe…

Ew cureya lênihêrînê li pêşmerge hinek ji aliyên heqîqetê ji me vedişêre, jiber ku wêneyeke nivîşkan e, û tenê kunceke biçûk a felsefeyê û baweriya pêşmerge diselimîne.

Pêşmergebûn ew biyave tê de ye, ku berbirûyê hêza dijmin dibe, û bi qirmîna çeka xwe bêdengiya tal ya dîrokê dişkîne, ew morlêdana li destanên dîrokê û li hemaseyên xweragirî û canbaziya pêşmerge, bi sedan carî hatiye dubarekirin, û gellek caran jî gihîştiye lûtkeyê. Di hinek wêneyên bêwêne de jî, wekî mamoste Mela Hesenê Şêweselî, herwa di lûtkeyê de maye û dimîne.

Lê pêşmergebûn tenê nehatiye girêdan bi vê biyavê ve, ku carna teqeya çekên wê bê, belku niha û piştî zêdetir ji heft dehikan ku bi ser jidayîkbûna pêşmerge re derbaz dibe, remz û hêmaya pêşmerge ji pilingeke çiyayên serkêş ên Kurdistanê ve bûye vîneke giştî ya neteweyî bo bingehdanîna nîştimaneke nû. Bi vê watayê ku êdî pêşmerge bi tenê mirovekî-ê heqîqî nîne, ku êş û janê dikişîne, û erk û wezîfeyê dikşîne stûyê xwe, niha pêşmerge bawerî ye, û  rijiya ye nava hundirê xelkê de. Lewra pêşmergebûn tenê di çekhilgirê çiya de nemaye, û hemû şîpelên xelkê Kurdistanê bi xwe ve digre.

Pêşmergebûn remz û hêviya pêkvebûna neteweyî ye ku di îradeya şoreşgerî a xelkê de form digre. Lênihêrîna nû ji bo pêşmergebûnê, pêk tê ji vê îradeyê ku her bîstekê bi hêmawergirtin ji wî wêneyî ku di destpêkê de me bas kir berdibe canê dijmin, û erka xebatê tenê ji bo çend kesên taybet cih nahêle, belku hemû takek moral û baweriya bûn bi pêşmerge tê de ye, û hemû kolaneke Kurdistanê dikare bibe çepereke pêşmerge. Herikîna xortên cesûr û bihelwest ên nîştiman di nava civakê de, ber bi çiya di forma vîneke giştgîr û xebatkarane de berevajî dibe, û vedigere nava dilê bajar, ji bo berbirûbûna dagîrkerî û hêza tawankar.