
Roja Înê 24ê Befranbarê, mela “Cemal Ceiferî” pêşnimêjê Înê li bajarê “Şuwêşe” ê girêdayê devera “Kelaterzan” a ser bi bajarê “Sine”yê, gef li xelkê wî bajarî xwariye ku nabe li devedeva 2ê Rêbendanê salvgera avakirina Komara Kurdistanê ti çalakiyek banghêjiyê lidar bixin.
“Ceiferî” di nimêja Înê de bi welatiyan re gotiye, nabe bi ti awayekî bo wê hilkeftê şahî û xweşî û çalakiyan lidar bixin.
Pêka zaniyariyên ku gihiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê navbirî yek ji mohreyên çalak yê Spaha Pasdaran e.
Gefxwarinên pêşnimêjê bajarê “Şuwêşe” vê yekê dide xuya ku rejîma Îranê ji çalakiyên endam û alîgirê Demokrat tirs heye û herwisa nîşanderê vê rastiyê ye ku Hizba Demokrat di nava xelkê de pêgeh û cihê xwe heye.