Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnimêjê Tehranê ji kiryara terorîstî li Parîsê piştevanî kir

15:48 - 17 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmeida: Piştî ewê ku medyayên ser bi rejîma Îranê û Xamineyî ji kiryara terorîstî li Parîsê piştevanîkirin, pêşnivêjê demekî yê Tehranê jî piştevaniya xwe ragehand.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Mihemed Elî Muehîdî Kirmanî pêşnivêjê Tehranê, roja Înê 16’ê Çileya Paşîn a 2015’an, di gotar xwandina xwe de li nimêja Înê ji kiryara terorîstî a Parîsê piştevaniya xwe derbirî û welatên rojava û rojnamevanên Charlie Hebdo weke kujer hesiband.

Pêşnimêjê Tehranê di axaftina xwe de got: Spas bo xwedê bo kujerên nûçegihanên Charlie Hebdo ji kiryara terorîstî a radîkalan, mifahwergirtin û bi vî awayê kiryara terorîstî ya Parîsê, kiryareke pîroz binav kir.

Herwuha navborî meşa ku bo parêzvanîkirin ji serbest bîrkirin û azadiya raderbirîn, bi pişikdariya rêberên cîhanê li bajarên Feransayê bi rêve çû, protesto kir.

Kirmanî di axaftina xwe de, welatên Rojava mehkûm bi piştevanî kirin ji DAÎŞ’ê kir û da zanîn: Ewên ku ji terorîzm û DAÎŞ’ê piştevanî dikirin û perwerde dikirin, niha her ew girûpên terorîstî û girûpa DAÎŞ’ê êrîşan dike ser wan bi xwe.

Di wê pêwendiyê de, rojnameya yaltharatalhousin a ser bi girûpa Ensarî a Hizbûla rejîma Îranê, di nûtirîn hejmara xwe de êrîşa ser bi belavoka Charlie Hebdo bi kareke pîroz daye zanîn.

Herwuha rojnameya Keyhan di nivîsina roj de derheq bi silogana “Ez Charlie Hebdo im” dijayetiya xwe nîşan daye û serbarî bîranîna fitwaya Xomênî a dijî Selmanê Roşdî, nivîser Îngilîsî, ew deroşma bi deroşma Ez jî Selmanê Roşdî me, bi nav kiriye.