Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşwaziya ji 8’ê Adarê bi termên keç û jinan ve

20:51 - 29 Adar 2014

Perî Reşîdiyan

Termên xwendekarek li Merîvanê, yek li Urmiyê û termên du xwîşkan li Başûr, ew keça ku li bajarê Hewlerê, bi 15 gulleyan bi destên babê xwe hate pirtî-pertî kirin, ew her çar deste xwîşk bi hev re gazî wijdanên me kurdan dikin, û diqîrînin û dibêjin “Êdî bes e! ma heya kengê jinên kurd dê bibin qurbanî”.

Dengê qîrîna wan bi hev re ji wijdana me re dibêjin: “Êdî bes e, heta kengê jina kurd bi sedema namûsê, şeref, urf û edetên parvemayî, hizrên kevneşop, sîstema mêrserdestiyê, kultur, qanûnên ne medenî û ya dawiyê bi destê neyarên kurdan dê bêne kuştin.

Êdî kuştina jinan yê bûye karek rojane. Ne yasayek heye ku li wan xwedî derkeve, û ne wijdanên takekesên civaka me li xewa giran şiyar dibe. Mixabin em xwedî civakek pirr paremayî û paşketî ne. Gellek urf û edet di nav civaka me de hene ku bersiva daxwazên keçên ciwan ên kurd êdî nadin. Keça Kurd êdî dizane ku milkê kesê nîne û kesayetiyeke serbixwe heye.

Ew urf û edet mixabin gellek pirr in, bo nimûne: Kirîn û firotina keçan bi awayên cuda cuda, bedelxwîn dayîn, jin bi jinî, zewaca bi zorê û zewaca di nav eşîrê û ne dilxwaz û ji hemûyan xirabtir, pêşkêşkirin û kambaxtir ji vê jî diyardeya “çendjinî” ye.

Herwiha faktorên din weke ol, bê dewletbûn, qanûna medenî û ... hwd. Kuştin ya xwekuştin nîşana bê yasayî û bêmafiya jinan e. Eger qanûnek hebûya ku xwedî li mafê jinan derketiba, qet rojane keç û jinên kurd nedihatin kuştin.

Ew babê nezan û hov keça xwe di xewê de nedida ber gulleyan. Evqas ku jinên kurd bi neçariyê dest bi xwekuştinê nedibirin, ji ber ku ti deriyek vekirî ji wan re namîne ji aliyê malbat, civak û qanûnê. Xwekujî ne çareserî ye û ne jî rêyek durist. Divê jinên kurd qet li vê rêyê nefikirin û ne hilbijêrin.

Heta kengê emê cil û bergên reş li xwe bikin û bibêjin qeder û çarenûsa wan keç û jinan jî wiha bû. Ma çi gunehê Şeydaya ciwan, kullîka Adarê hebû ku diviyabû bi wê şêweya nemirovane bihata kuştin.

Ew xwîşkên ku termên wan di nava avê de bêcan mabûn, ji xeynî vê yekê ku cinsiyeta wan ne mêr e, çi sûçek dinê hebûn. Hemû civak li hemberî wan tawana suçdar e. Li gorî serhejmariyên ne fermî, nêzîk bi 40 hezar jin û keçên kurd di heyamê wan 22 salên dawî de hatine kuştin.

Gelo kê berpirsyar e?

Heta kengê hindek partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, kesên zana û dilsoz, civak, keç û xortên kurd, rêxistênên jinan dê çavên xwe bigrin û bibêjin ku bab, bira, mam, xal û ...hwd li ber namûs û abûra malbata xwe ew kuştin, xwekuştin ji ber ku pirsgirêkeke malbatî ye, ew destêwerdanê tê de nakin.

Li gorî amarên ku medya û çapemenî bilav dike, li her çar parçên Kurdistanê hejmarek gellek rêxistinên jinan hene. Bi tenê li Başurê Kurdistanê 73 -74 saziyên parêzerê mafên jinan hene.

Lê Mixabin rewşa wan saziyan jî weke partiyên siyasî ye. Mirov gellek kêm dibîse ku çend sazî bi hev re hindek caran karên hevbeş dikin bona çareserkirina pirrsgirêkên micid ên civakê. Ewqas rêxraw nîşana bihêzbûna me nîne, belkî nîşa tevlîhevî û bê bernameyiyê ye.

Bi dîtina min êdî dema wê hindê hatiye ku em jinên kurd bi zanebûn û bîra femînîstî li dora hev kom bibin. Ew hinde xwe li hev dûr negirin û xwe biyanî nehesibînin. Pirsa jina li hemû cîhanê weke hev e. Dema wê hindê hatiye ku her jineke kurd ji mafên xwe yên mirovî xwedî derkeve.

Em dizanin ku maf nayê dan, belkû tê standin. Ji bo mafstandinê divê ku mirov têbikoşe û hewildanan bike. Em jinên Kurd, dibe me bawerî bi hêz û îradeya xwe hebe. Bi yekgirtin, yekdengî û bi hevkariya mêrên xwedî îrade û wekhevxwaz, wijdanên hişar û azadîxwaz, em dikarin civaka xwe li xewa giran şiyar bikin, û li jêr stemê rizgar bikin