Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêvajoyek bijan bo rejîmê

13:29 - 9 Îlon 2012

KewêZer

Pêvajoya destpêkirirî di “Rojhilata Navîn” de, bi tu awayekê bi dilê rejîma Îranê nine û her ku diçe Komara Îslamî pêtir ji pêlên nerazîbûna xelkê azadîxwaz yên cîhana Ereban ditirse.
Renge hin ji wan rejîmên ku ketine ber pêlên “Buhara Erebî” û hiloşiyane, rikeber yan jî heta astekê dijber û gefek bûn li dijî rejîma Îranê û îro nemane. Lê ya ku pêtir rejîma Îranê azar dide, ev e ku alternatîvên wan rejîmên dîktator li Misr û Lîbiyê de, ne di berjewendiya Komara Îslamî de dimeşin. Ku waye şoreşên gişt welatên Erebî cuda ji vê çendê ku tirsek xistiye nav dilê Komara îslamî, pêtir ji encama wan şoreşan ditirse.

Bo mînak, heya niha jî ku hikûmetek îslamî di Misrê de desthilatdar e û di dema hilbijartinên Serokkomariya Misrê de rejîma Îranê piştgirî û propagende ji bo berbijêrê “Ixwanan” dikir, lê pêwendiyên ku di dema rejîma “Husnî mubarek” de li gel Îranê tevlîhev bibûn, normal nebûne. Eva di demekê de ye ku heya niha bo cara sêyem e rejîma Îranê di asta Serokkomariyê de “Mihemed Mursî” Serokkomarê îslamî yê Misrê dawetî Îranê kiriye, lê bêbersiv maye. Ji berku cîhana îro û qonaxa nû di qada siyasetê de bi tu awayekê berjewendiyên hundirê xwe nake goriyê îdeolojiyê. Mîna beşdarî nekirina Lubnanê di civîna ku rejîma Îranê ji parastina rejîma Esed re pêk anîbû, yan jî daxuyaniya Hemas a Felestînê di egera êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê ku ragihandibû: “Em tenê berevaniyê ji berjewendiyên xwe di axa xwe de dikin”, gişt hewlên rejîma Îranê ji bo guhertina arasteya desthilatên nû di cîhana Erebî de wê bibin bulqên ser avê.

Lê ger bi awayek taybetî pirsa Sûriyê di nava Buhara Erebî de were şirovekirin, di gişt wan şoreşên welatên Erebî de, rejîma Îranê bi qasî hiloşîna rejîma Beşar Esed hest bi tirs û janan nekiriye û jêre weke kabûsekê lê hatiye. Ji berku him hevalbendê stratejîk û herî bihêz û nêzîke Komara Îslamî di Rohjilata Navîn de jinav diçe, him jî bedîl û cihgirê rejîma Esed, dê yek ji dijberê sereke yê rejîma Îranê be û dûr nine di hizra tolhildanê ji rejîma Îranê di pêwendî li gel alîkarî û piştevaniya berdewam ji rejîma Esed bi tabyetî di kuştina xelkê bêtawan û dijberê Esed de be jî.

Rejîma Îranê di rûyekî de dibêje ku hiloşîna rejîma Sûriyê nemumkin e, lê encama hewlên rejîma Îranê tiştek din li jêr kewilê Komara Îslmaî derdixe ku rejîma Îranê bixwe jî ji hikûmeta “Beşar Esed” bêhêvî bûye. Gerra vê dawiyê a “Seîd Celîlî” şandiyê taybet yê “Xamneyî” ji bo welatên Rojhilata Navîn, nîşan dide ku rejîma Îranê tevî hemû hewlekê ji bo parastina rejîma Esed,

armanca sereke peydakirina hevalbendan di welatên ku di halê jinav çûnê de ne ye. Ku dûr nine piştî nemana Beşar Esed di desthilatê de, rejîma Îranê bi piştevanî ji girûpên tundajo di Sûriyê de bi taybetî mifah standin ji herêma “Elewiyan” bi serokatiya Beşar Esed çeperek qahîmtir ji bo ragirtina şerr li dervey sînorên xwe ava bike.

Ger “Xezzeyek” din jî li devera Elewiyên Sûriyê ji rejîma Îranê re ava bibe, mileke wê rejîmê di axa Sûriyê de diparêze û Komara Îslamî digîjîne armancek mezin di vê bêhîvîtiya ku ji rewşa Sûriyê jêre derketiye.
Pêka vê şiroveyê, rejîma Îranê bûna xwe di Sûriyê de diparêze, lê dawîn hevpeymanê xwe yê desthilatdar di Rojhilata Navîn de jidest dide. Raste ku girûpên din ên weke Hizbullaha Lubnanê û hûrdegirûpên din ên terorîstî li jêr siya rejîma Îranê de sax in, lê nikarin mîna hevpeymanên bibandor bi taybetî di qada abûrî de ji Komara Îslmaî re bin.

Îro nahê xuyakirin ku tu welatek û tu desthilatek di Rojhilata Navîn de bersiva Komara Îslmaî ji bo hevpeymaniyê bide, lewma ger bikewe hesabek din, rejîma Îranê hevpeymaniya welatek weke “Misr”ê bi Serokatiya Ixwanan li serwey gişt girûpên din ên girêdayî bi xwe ve didanê, lê heya niha welatê Misrê û heta Lîbî jî ku rikeberên sereke ên rejîma Îranê têde hatine hiloşandin, tu hezek ji bo pêwendî ligel rejîma Îranê nîşan nedane.