Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûn/ kirê girtiyekî din yê Îtilatê li Serdeştê hat kuştin

15:40 - 25 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûnek di navbera hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê û çend çekdarek, yek ji kirê girtiyê nawenda ewlehiya rejîm hat kuştin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî berwara 24’ê Tebaxa 2013’an, pevçûnek navbera hêzên rejîma Îslamiya Îranê û çend çekdarekî nasnekirî li devera Serdeştê qewimî û di encam de kesek bi navê “Hekîm” xelkê Urmiyê hat kuştin.
Her di vê pêwendiyê de şeva 21’ê Tebaxa 2013’an de kesed bi navê “Mihemed Xizrî” naskirî bi Hemexan xelkê gundê “Keçelava”a ser bi Serdeştên bi tifeng hatiye kuştin.
Her piştî wê bûyerê hêzên rejîma Îranê êrîş kirine ser gundê “Marexan” û pevçûn di navber wan hêzane û hejmerek çekdar hate qurê û di encam de 3 kes ji dest û pêweniyên rejîma Îranê hatin kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.
Serkaniyê eva jî got, hevwelatiyên gundê Marexanê serbar pişt rast kirina wê nûçeyê ragihandin, di vê şer û pevçûnê de 2 kesên din jî hatine kuştin ku nehatine naskirin.