Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûna xel û hêzên Întizamî 22 kuştî û birîndar jê bicih man

17:05 - 28 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Di du pevçûnên cuda cuda di nava xelkê û hêzên Întizamî de 4 hebwelatî hatin kuştin û 18 ên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, çend rojan berî niha di navbera xelkê du gundên “Xakmerdan” û “Dizê” ên ser bi devera Xoyê pevçûn çêbû û di encam de li gor gotina şahidhalekê bûyerê, kesekê bi navê “Cewad” canê xwe ji dest da.
Piştî pevçûna han, xelkê her du gundan seba xemsariya hêzên rejîmê, êrîş kirin ser binkeya nîzamî a gundê “Dizê” û tevî agirxistina avahî û darayiyên wê binkeyê, şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên Întizamî de çêdibe û di encam de 3 kes dihên kuştin û 18 kesên din jî birîndare dibin.
Her di pevçûna han de çendîn kesên din jî ji aliyê hêzên Întizamî ên rejîma Îranê ve destbiser bûn.

Piştî bûyera han di wê deverê de rewşa ewlehiyê bi ser deverê de hatiye sepandin û hat û çûnên hevwelatiyan dihên monterolkirin.

Heya dema amadekirina vî nûçeyî ji navên kuştî, birîndar û destbiserkiriyan tu zanyarî di berdest de ninin.