Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûnên Erteşa Azad û hêzên rejîma Sûriyê gihîştin şeqamên Şamê

16:00 - 9 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Akincî û hin çalakên bajarê Şamê dibîjin şerr û pevçûnên navbera rejîma Esed û dijberan ên roja Înê di şeqamên Şamê de bûne.
Hevdem ligel şerr û pevçûnên navbera dijber û erteşa rejîma Esed ên roja Înê, hin meşên nerazîtiyê di bajarên Sûriyê de hatine lidarxistin ku li gor rapora dijberan, kêmî ve 40 kes bi destên hêzên rejêma Esed hatine kuştin û 17 kes ji wan li bajarê Dera bûne.
Herweha piştî şerr û pevçûnên bajarê Şamê, teqînek li wî bajarî çêbû û du kes ji hêza Ewlekariyê ên rejîma Sûriyê hatin kuşin.
Rewşa han di halekê de ye ku heftiyek berî niha seba êrîşên hêzên rejîma Esed bi neraziyan, êdî ew bi gelaleya Kofî Ennan şandiyê saziya “NY” û Yekîtiya Ereban ku heya wê demên pejirandibûn, pabend namînin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê