Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên Msrê li gel gişt bankên rejîma Îranê qut dibe

15:22 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Seba tehrîmên navnetewî ên li ser Îranê, rejîma han nikare para xwe ji sûda bankê “Geşekirina Misrê Îranê” wergire.


Li gor malpera “Esrîran”, rojnameya Elşerq a çapa navendî a Misrê hişyarî da gişt bankên Misrê û bankên biyanî ên wî welatî ku alwêrên rastewxo yan nerastewxo li gel gişt bankên Îranê û bankê Navendî yê rejîma Îranê qut bikin.
Qedexekirina han alwêrên hisabên bankî ên Amerîkayê jî ji xwe digre ku di derbasbûyî de ji bo alwêrên bazirganî û bankî ên dewletê yan bankê Navnedî yê Îranê mifah dihat sitandin.
Ew biryara bankê Navendî yê Misrê di warê nehiştina alwêrên bi sîstema bankî û bankê Navnmedî yê Îranê re, çend mehan berî niha hatibû sitandin.
Hemdî Mûsewî, Birêveberê Giştî yê bankê “Geşekirina Misr Îran” got: Para Îranê ji sûda wî bankî a sala derbasbûyî, di hisabek taybet li bank de tê parastin, lê seba tehrîmên navnetewî ên li ser Îranê, îmkana şandina wî pereyî bo Îranê tune ye.
Sûda giştî a wî bankî di sala derbasbûyî de 184 milyon û 79 hezar “Cunyeyê Misrî” ku para 40 ji sedî a Îranê 15 milyon û 223 hezar Dolar dike.
Bankê “Geşekirina Misr Îran” bi sermiye danîna navbera Îran û Misrê berî şoreşa 1979’an hat avakirin. Tevî qutbûna pêwendiyên dîplomatîk ên navbera Misr û Îranê di heyamê 32 salên derbasbûyî, bankê han çalakiyên xwe berdewam kirine. Navneda wî bankî li welatê Misrê ye.
Sermiyeya bankê “Geşekirina Misr Îran”ê di dema avakirina wî bankî de 20 milyon Dolar bûye, lê niha rêjeya wî sermiyeyî gihîştiye 300 milyon Doran.