Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Riza Xeyatî di dema vekirina kongireya 15’ê a PDKÎ de

12:54 - 15 Çirriya pêşîn 2012

Beşdarên birêz!


Ez Riza Xeyatî kadrê kevnar ê PDKÎ kêfxweş im ku piştî 32 sal xizmeta bi tevgera neteweya Kurd û PDKÎ, şanaziya vekirina kongireya 15’ê a PDKÎ bi min hate dan, bitaybet wek azadîxwazekî Turk ê Azerî, xelata zehmetên salên borî li refên PDKÎ, wek wefadarî û rewabîniya bo vî karê hêja werdigrim.

Bawer bikin ku ew demên xweş ne tenê ez ji bîr nakim, belkû min han didin ku demên mayî ji jiyana xwe jî her di vê riyê de derbas bikim û heya min hêz û şiyan hebe xebata xwe bidomînim.
Ez tevgera netewî a Kurd wek tevgerekî heqxwazane dizanim ku taybetmendiyên PDKÎ ez û ên wek min ber bi aliyê xwe ve kêşane. Ez ji rêberên PDKÎ gellek hîn bûme û min yad û bîra Qazî, Qasimlo, û Şerefkendî li dilê xwe de zindî hêla ye. Ez bi hevçeperiya bi we tewayan re şanaziyê dikim.

Ez hêvîdarim ku kongire bi deskevtên zêdetir ve pêngavan havêje, û li hevpêngaviya bi neteweyên din, bi taybetî Turkên Azerî re serkevtî be.

Tevî pîrezbahiya ji we hemiyan û neteweya Kurd serkevtina zêdetir ji kongireya we re hêvî dikim, û ji vê lutfa ku we derheq bi min kir, gellek siapasdar im.

Tevî sipasiya dubare

Pêşmergê kevnar ê PDKÎ Muhendis Riza Xeyatî