Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî a PDKÎ derheq bîstemîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî

20:32 - 24 Îlon 2012

Hemwelatiyên birêz!

Xûşk û birayên xweştevî!

Beşdarên hêja!

Mêhwanên birêz!

Îznê dixwazim ku ji aliyê Deftera Siyasî a PDK Îranê ve, pir bi dil bixêrhatina we bikim û sipasiya beşdarbûna we li 20’emîn salvegera şehîdkirina xortê jêhatî yê gelê kurd, Dr. Sadiq Şerefdkendî (Kak Seîd), Sekreterê Gişrî yê PDK Îranê û hevalên wî bikim ku ji aliyê terorîstên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve, li welatê Alman hatin şehîdkirin. Beşdariya we di vê rê û resmê de, ji aliyekê ve, rêzgirtin û derbirîna hesta pîroz û mirovdostaneya we ye li hember wan xebatkarên partiya me û ji aliyê din ve, nîşandana kerb û bêzariya we ye li hember terorîzma Komara Îslamî û biryarderên wê tawana mezin.

Beşdarên hêja!

Di dawiya sala 1371’an de, rêberê jêhatî yê partiya me bi merema birêvebirina hindek erkên siyasî ber bi Ewrupayê sefer kir, û bo beşdarîkirin di Kongreya Întêrnasyonal Sosyalîstê de, çû bajarê Bêrlînê, Kak Seîd ku serokatiya şanda PDK Îranê dikir, di heyamê karê kongrê de bi awayek baş û guncav li dor bas û babetên kongrê û rewşa siyasî a Îranê û pirsa Kurd û siyasetê dijî mirovî ên Îranê axaft.

Piştî bidawîhatina karê kongrê, beşa duyemîn a sefera vê pêkhatibû ji hevdîtina di gel beşek ji opozisyona Îranî. Bi vê meremê jî Restorana Mîkonos li bajarê Bêrlînê hatibû destnîşankirin.
Kak Dr. Seîd û şanda digel de, ku pêkhatibûn ji Kak Fetah Ebdulî, Endamê Komîteya Nawendî û Nûnerê PDKÎ li derveyî welat de, kak Homayon Erdelan nûnerê PDKÎ li welatê Almanê û Nûrî Dehkordî Çalakê siyasî û dostê PDK Îranê. Piştî gehîştina wan bo cihê civînê û piştî heyamek kurt mixabin, terorîstên ser bi rejîmê ku li mêjve bû hewla weşandina derbekê li Kak Dr. Seîd û hevalên wê didan, xwe gehandin cihê civînê û gelek bi bêrehmî hevalên me xistin ber destrêja çekên xwe, û şehîd kirin. Bi encamdana vê tawanê rêberên rejîma Tehranê, cînayetek din ya hovane û tirsnak derheq gelê Kurd û partiya me yê encam dan. Rêber û terorîstên Komara Îslamî a Îranê di demekê de ku gelê Kurd û PDK Îranê hêşta birîna bi êş û elema şehîdkirina rêberê navdarê Kurd Kak Dr. Qasimlo û hevalên wê li bajarê Viyenê sarêj nekiribû, cinayetek din bi şehîdkirina rêberê jêhatiyê partiya me xulqandin. Piştî encamdana vê tawana weha mezin, polîsê hişyar û dezgehên ewlehiyê bilez destbikar bûn û karîn qatil û terorîstan bigirin û bidin dozgariyê. Di encama lêkolînan de derket ku ev tawane jî ji aliyê mirovkujên rejîma Komara Îslamî a Îranê û herweha bi biryara rêberên wê ve hatiye birevebirin.

Belavbûna nûçeya karesata şehîdên Mîkonosê, bûye yek ji nûçeyên girîng di medyayên navnetewî de, û li ser asta navnetewî û ji aliyê welatên pêşketî û kor û komelên siyasî û mirovdost ve hat mehkûmkirin û hevderdî û hevxemiya xwe ji PDK Îranê û malbatên serbilind ên şehîdan re ragehandin.

Li dor vê yekê kesatiyê siyasî û naskirî ê Ewrûpayî, Dr. Bêrnard Koşnêr, Wezîrê Karubarên mirovî yên welatê Feransayê û dostê emegnasê PDK Îranê û gelê Kurd, bi çavek tijî rondik û dilek pir ji hesta Însanî, di rê û resma bi axê sipartina termê şehîdan li gorîstana pêrlaşêzê di dema axaftina xwe de got: Qatil heman qatilên berê ne, li gorî ji heman goriyên berê, çiqas li serxwe guhertin bi ser dunyayê de tê, riya edalet û azadiyê çi riyek dirêj û pir ji gora hevalên me ye.


Dr. Koşnêr di dawiya gotinên xwe de bi zimanê Kurdî got: Birayên min xebata we xebatek berheqe, ev xebate xebata mine jî, tu caran we ji bîr nakim, bijî azadî, bijî demokrasî.
Xûşk û birayên birêz!

Eva hest û soza wî kesatiya weha mirovdost bû li hember şehîdan û gelê Kurd de, li hember vê yekê de jî, rêberên Komara Îslamî weke Gurên birçî fetwaya cîhadê li hember gelê Kurd û biryara terora rêberê PDK Îranê û têkoşerên riya azadiyê didin.

Beşdarên birêz!

Darêtina pîlana terora Dr. Seîd û hevalên wî, ji aliyê rejîmek dîktator û dil bi kîne weke Komara Îslamî ve dihat çavnihêrî kirin. Ev rejîma terorîstperwer bi vê xeyalê rêberê me yê mezin, Kak Dr. Qasimlo teror kir ku PDK Îranê û bizava azadîxwaziya xelkê Kurdistanê biçok de bîne, lê xûya ye ku rêberên terorîstperwer ên Komara Îslamî ders ji dîrokê negirtine û bi şehîdkirina rêberek PDK Îranê bi dehan xortên têkoşer ên Demokrat ku qutabiyên rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. seîd bi hişyarî ve dirêjîderê rêbaza wan bin, herwekî piştî şehîdkirina Dr. Qasmlo, Kak Dr. Seîd weke yadigarek bi ezmûn ya Dr. Qasimlo, nîşan da ku PDK Îranê her berdewam siwarê qada xebat û berxwedanê ye. Piştî şehîdketina Dr. Seîd jî bi xweşî ve xewnên rêberên Komar Îslamî nebûn rastî, PDK Îranê ji hemû aliyekê ve xwe rêxist û micidtir ji caran dirêjiyê bi xebata rew ya gelê me bidin.

Beşdarên hêja!
Axavtina li ser Dr. Seîd û xizmetên wî bi PDKÎ demeke zaf dixwaze, tenê ez dikarim îşarê bi komek dîtingehên wî ên siyasî û pirensîpên şoreşvanî û buhayên mirovê ên wî bikim, navbirî li sala 1352’an ji riya Dr. Qasimlo ve xebata xwe ya siyasî û teşkîlatî dest pê dike, çalakane pileyên teşkîlatî û rawêjkariya komîteya nawendî û endamê deftera siyasî û cihgirê sekreterê giştî û li encam de sekreteriya PDKÎ birî, û wek rêçberekî jêhatî û sîmayeke naskirî li astê navnetewî de û tevgera Kurd û tevgera azadîxwaziya Îranê de hate nasîn,
Di warê siyasî û hizrî de baweriya kûr bi Dr. Qasimlo hebû, wek ogireke rêbaza Dr. Qasimlo pêdagirî li ser parastina binemayên siyasî û netewî ên PDKÎ dikir.

Li pûçkirina pîlan û siyaseta ji rê derxistina PDKÎ de ji aliyê neyarên partiya me mil bi milê Dr. Qasimlo xebata kir û wek kelek qahîm li piştê sekinî,

Li ser vê bawrê bû ku partiyek siyasî wê demê dikare bigîje armancên xwe ku xwediyê rêkxistinak siyasî û bi bîr û bawer be, bi diruşma rêkxiraw çeka herî girîng ya me ye, bi kiryar girîngî didayê, û hewla perwerdeya siyasî ya endamên hizbê dida.

şanazî bi pêşmerge bûna xwe ve dikir û li ser vê bawerê bû ku pêşmerge wek remza rizgarî û parastina gel û nîştiman kar û kiryarên wê divêt li asta PDKÎ de be, û bi kiryarên xwe şoreşgeriya xwe biselimîne
wî bi Kurd bûna xwe şanazî dikir, parastina şunasa netewî jêre li ser wey her îdeolojiyekê de bû, ew li ser vê bawerê bû ku mirovê şoreşgêr re selimandina şûnasanetewî girîng e, paşan dakukî kirin li ser xelkê din. Her li vê dîtingehê ve bû ku komnivîsek ji şoreşên hemû parçên Kurdistanê û ezmûnên bi nirx ên wan serhildanan nivîsî, û niha jî wek waneyek netewî giringiya xwe heye.


Dr. Seîd li ser vê bawerê bû ku hem li astê Kurdistan û hem jî li astê sertaserî de pêkanîna pilatformekê bi hewkariya hêzên siyasî, û paşekeşe kirina bi dîktatoriyê û rûxandina rejîmê hewcehiyek siyasî ye. Her li gor vê dîtingehê ve bû ku wî hewla pêkanîna kombûna mîkonosê da, ji riya hevxebatiya opozisyona sertaserî de canê xwe li pêxema armancên pîroze gelên Îranê û demkrasiyê de pêşkêş kir. Ew rêberê mezin ji bilî wan xalên ku hatin bas kirin, baweriy kûr bi dadperwerî û yeksaniyê hebû, rêz ji mafê jinan digirt, û bawerî bi pêgehandina lawan û beşdariya wan li karê siyasî de hebû. Herweha wek kesayetiyteke zanistî girîngî dida tevgera xwendekarî. Û hewil dida pêrewên wê tevgerê li dewra siyasetên PDKÎ kom bike.


Kak Seîd li heyamê nêzîk bi 20 sal xebata bê rawestiyan li nav PDKÎ de bû xwdiyê ezmûnek zaf û li erk û berpirsatiyên xwe de nimûna rêberekî serkevtî bû, li piraniya organên hizbê de rolê wî diyar bû, wek mûdîreke serkevtî, rêberekî xwedî helwest û biryarder bû.
Şehîdekî din ê Karesata mîkonosê heval Fetah Ebdulî Enadmê Komîteya Nawendiya PDKÎ û nûnerê PDKÎ li dervey weat bû, ew yek ji tekoşerên PDKÎ bû ku li heyamê xebata xwe de erkên xwe bi başî bi cî gehandin, û wek kadrek serkewtî berpirsatiya derveyî welat pê hat sipartin û heya dema şehîdbûna xwe bi ew qasê dilsojî ve xizmet bi armqncên PDKÎ kir.
Qurbaniyek din ya vê bûyerê kak Homayon Erdelan bû, kadrek payeberz û nûnerê PDKÎ li welatî Alman. Ew kadrek bi pirensîp ê PDKÎ bû. Li heyamê karê xwe de gelek serkevtî bû.
Kesayetiyek din jî ku li vê pîlanê de şehîd bû, heval Nûrî Dêhkordî dostê kevnar ê PDKÎ û xebatkarê riya azadiyê bû. Ew jî yek jê xebatkarên pêdagir ên dijî PDKÎ de bû ku mixabin ew jî çû refa şehîdên hizb û gel de.

Xûşî û birayên rêzdar

Guhdarên birêz

Hwe wek min qala wê kir dezgehên pêwendîdar ên Alman karîn, bi bê derfetdana bi bikujan zû terorîstan bigrin û radestî dadgehê bikin, rêberên rejîmê ku darêjer û biryarderên vê pîlanê bûn, hemû hewlên xwe li riya kanalên bi nav dîplomatîke xwe bo pare hêlana lêkolînan xistne ger.


Herwek Birind Îşmît Bawêr wezîrê rawêjkar bo karûbarê emniyetî ê Alman ku li dema lêkolîna dadgeha bilind ya Birlînê de wek şahid qise kir, ew yek piştrast kir ku yek ji biryarderên terora li Mîkonosê Elî Felahiyan gelek hewil daye ku pêşiya pêkanîna vê dadgehê bigre, lê her wek me bas kir dadgeha Alman cesûrane riya xwe pîva û aqibet li roja 10.04. 1997 a Zayînî piştî nêzîk bi pênc sal lêkolîna hûr û bê alî biryara dîrokî û mirovdostane a xwe ragehand, li vê biryara cesûrane de navê bikujên vê tawanê ku rêberên rejîma komara Îslamî ne, û li pileya herî bilind de ne, bi raya giştî da nasandin, û perde li ser vê cînayeta rejîma Komara Îslamî vêde da û esliyeta vê rejîmê ji raya giştî re eşkere kir.

Biryara dadgeha mîkonosê li gellek waran de giring e.
- Ya yekem ew e ku dadgehê serbixweyiya biryardanê û serweriya yasayî a xwe selimand.
- Ya duyemîn ew bû ku buhayên mirovî ên xwe parast û berevanî ji şehîdên serbilind kir ku bêrehmane hatibûn şehîd kirin.
- Civatgeha navnetewî hejand û welatên demkratîk û pêşkevtî balyozên xwe bo welatê xwe vexwandin, û pêwendiyên xwe bo heyamekê bi rejîma Îranê re ragirtin.
Ji hemiyê giringtir biryara dadgeha mîkonosê qonaxek nû bona eşkerekirina esliyeta terorîstiya rejîmê û perawêzxistina wê li asta navnetewê de bû, û niha jî ew helwest wek çavkaniyeke bawerpêkirî selmênerê terorîstbûna vê rejîmê ye.

Xûşk û birayên hêja!
Heke piştîderbazbûna bîst salî bi ser şehîdkirina Dr. Seîd û hevalên wî em nirxandine hûr li xebata gelê Kurd û PDKÎ û siyasetên rejîma Îranê bikin, em digîjne vê encamê ku rejîm li astê navxweyî û navnetewî de di gel kirîzek zaf berbirû bûye.

Lê li hember de jî PDKÎ piştî şehîdbûna Dr. Seîd bi moraleke şoreşvanî ve dirêjiyê dide xebata xwe û li gorî guherînên siyasî, û bi siyasetek rastbînane ve rolekî bi bandor li qada xebata siyasiya Îran û Kurdustanê de dilîze, û herweha ciyê baweriya xelkê û hemû azadîxwazên welat e. Pêkanîna kongireya neteweyên Îrana federal, girngdan bi diyalog û hewkariya di gel hêzên siyasî ên Îranê, guhertina bîrû rayan li gel hêzn siyasî ên Kurdistanê û hewildan bo yekgirtinek giring, û îmzekirina rêkevtinnameya hawkarî li gel Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, û beşeke berçav ji kar û tekoşîna PDKÎ ne.

Her wek em dizanin li çendîn dadgehên rojawayî de jî biryara terorîst bûna rejîmêî hate dan û evne jî çend mînakên eşkere ne. Hukmê dageha Parîsê li ser terora Dr. Şapûr Bextiyar, dadgeha Arjantîn li ser teqandina nawenda ferhengî a cihûyan, dadgeha Mîkonos li ser terora Dr. Seîd û hevalên wî.

Helwesta wan dawiyane ya dewleta Kanad û veqetandina pêwendiyên dîplomatîk li gel rejîma Îranê û derkirina bi nav dîplomatên rejîma Îranê ji welatê xwe, û gazîkirina dîplomatên xwe li Îranê bi nîşaneya terorîstbûna vê rejîmê û hewkarî kirina li gel rejîma Beşar Esed ku mînaka nû ye, û herweha bersivnedana rejîmê bi welatên rojawayî û bêencam bûna kombûnên Konseya Ewlekariya NY, li ser çekên navikî bû sedema vê ku ji aliyê YE ve biryara tehrîman li ser Îranê çirtir bikin, û rewşa siysî û aboriya rejîmê berev vê hindê bibin ku nekare dirijyê bide vê siyasetê.

Rêzdaran!
Li heyamê çend rojên borî de bi sedema bilavbûna fîlmeke bê rewişt û dijî sîmayên pîroze Îslamê ji aliyê kompanyayeke rojawayî ve pêla nerizayetiyan li welatên Erebî û Îslamî de dest pêkir. Li wan meşan de xelkê nerazî û aliyên Îslamî û tundrew êrîş kirine ser balyozxaneya DYA, û welatên rijawayî. Li wan êrîşan de balyozê Amerîka hate kuştin û çend kesên din jî hatin kuştin û birîndar kirin.
Em her tiştek ku sivikatîkirina bi buhayên pîroze mirov bi mher bîrûbawerekê ve be, mehkum dikin û her kiryarek ne diciyê xwe de, û êrîşên terorîstî ên ku bi navê dînê Îslamê tê kirin, bo ser balyozxaneyan û kuştina balyozê DYA mehkûm dikin û kiryarên weha bi dûr ji rê û cihên dîplomasî û yasayên navnetewî dizanin û li ser vê bawerê ne ku em cure kiryarane tenê li xizmeta rejîmên dîktatore herêmê de ne ku li hewla ji rê derxistina rêbaza pêşkewtî ya xebata gelên azadîxwaze herêmê û piroseya demokrasiyê ye.
Xûşk û birayên birêz
Li bîstemîn salvegera terorkirina rêberê jêhatî ê PDKÎ de, Dr. Seîd û hevalên wî de em cardin peymanê nû dikin ku heya gihîştina bi armancên Kurd û şehîdan xebata wan bidomînin û alahilgirê rê û rêbaza pirr ji şanazî a wan bin.

Her tim bilind û birêz be, yad û bîra rêberê şehîdê
gelê me Dr. Seîd û hevalên wî
Hiloşe rejîma komara Îslamiya Îranê
Serkewe tevgera azadîxwaziya gelê Kurd
Her bijîn