Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Dr. Mehmûd Usman, bi boneya terora Dr. Qasimlo

14:42 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistabnmedia: Bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, birêz Dr. Mehmûd Usman Parlemantarê Kurd yê Parlemana Îraqê peyamek da.


Deqa peyamê ev e:

Li 13’ê Tîrmeha 1989’an, dema ku bi nav got û bêj bi awayek veşartî li navbera Partiya Demokrat û nûnerên Tehranê li “Viyen”ê hebû, şanda Kurdî ku ji Dr. Qasimlo, Ebdulah Qadirîazer û Fazil Melamehmûd pêk hatibû, bi destê şanda Îranî hatin şehîdkirin.
Kiryarek ku dijî hemû dab, sinc, yasa û şerîetan bû. Hikûmeta Utrîşê jî bi şandina tawanbaran bi rêz û hurmet ve bo Tehranê bû hevalê tawanbaran û civaka navnetewî jî bêdeng ma?!!.
Em li demekê de ku serê rêz û hurmetê li hember wan şehîdan ditevînin, hêviya serkevtinê bo hemû Partiyên Rojhilata Kurdistanê dixwazin û daxwaz ji Partiya Demokrat bi taybetî û aliyên din bi giştî dikin ku di vê bîranînê de hemû hewlên xwe bidin ji bo yekxistina refên xwe û xebat di pêxema gihîştin bi armancên gel li ser asta Îran û Kurdistanê.
Serbilindî û nemirî bo şehîd Qasimlo û hevalên nemire ên wî.