Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

peyama Kebûdwend, bi hinceta 68mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê

18:50 - 21 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: serokê hepsîkirî yê Saziya Mafê Mirov ji Kurdistanê, li girtîgeha Evînê we, li peyamek taybet de 68mîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê pîroz kir.

Deqê peyama navbirî ku gehiştiye Kurdistanmedia bi avayê jîrîn e:

Piştgîriya mafê xudmoxtarî û sistema fediraliyê biken

Salroja 2ê Rêbendanê, roja xudmoxtariya Kurdistanê li neteweya Kurd pîroz dikim û rêz ji Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên vî sexmeratî ragehandina Komara Xudmoxtar a Kurdistanê li 22ê Janûwêriya 1964an a Zayînî û tekoşîna wan bo pişikdarî pêkirina neteweya Kurd li mafê çareniwîsa xwe di çarçoweya Îranek demokratîk de digirim û herwisan rêz ji xebata tev wan kesan digirim ku bo azadî û dabînkirina mafê neteweya Kurd, pişt ji mal û can û jiyana xwe kirine.

Dewleta xudmoxtar a Kurdistanê 68 sal berî niha serbarê vê çendê ku beşên sereke û herêmên nawend û başûrê Kurdistanê, di bin siya wê deshilatê de nebûye, lê pêkhateya wê dewletê di çarçoveya Îranê û li ser bingehên demokratî, Komarîxwazî, ploralîzm, aştî û mafê mirov hatibû ava kirin.

Armanc û bernameyên vê di wê serdemê de, pêş pesend kirina carnameya cîhanî a mafê mirov, li ser bingehehên mafê mirov, bi awayek bê mînak pêk hatibûn, lewma îro roja 2ê rêbendanê, weke xalek îroyyîn a xebata sivîl û siyasî a netewa Kurd, bi nêrînek aştîxwazane û li ser bingeha nasîna mafê netewan û civatgeha Îranê û bi hev re jiyanê di çarçveya tixûbên welêt û rêz girtin ji wan mafane nav dibin.

Di vê roja dîrokî de car din piştgîriya xwe ji daxwazên neteweya Kurd bo xudmoxtarî di çarçoveya sîstimek demokratîk û fediral de dikem û arxayînim ku neteweya Kurd û tev yên ku li nedadperwerî û bêparbûnê de tên çewsandin û mafê destpêkî û azadiyên mirovî yên wan hatine binpêkirin, bi piştrastbûn bi îrade û yeketî û yekgirtûyî a xwe di bin zilm û siteman yê rizgar bibin û bi mafên xwe û azadî û deshilata mafê çareniwîsa xwe digihîin.


Tehran, girtîgeha Evînê
Mihemed Sidîq Kebûdwend
Serokê Saziya Mafê Mirov yê Kurdistanê
21ê Janwêriya 20014an a Zayînî