Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama komîsyona Civakî a PDKÎ bi boneya roja şehîdên Kurdistanê

20:02 - 1 Nîsan 2014

Kurdistanemdia: Bi Hiceta 30’ê Adarê roja şehîdên Kurdistanê peyama komîsyona Civakî a PDKÎ hat biliv kirin.

Deqa peyamê bi vî awayê ye:

Xelkê tekoşer ên Kurdistanê!
Malbatên serbilind ên şehîdan!
Mêhvanên rêzdar!
Endamên rêzdar ên rêberatiya PDKÎ û kadr û pêşmergeyên hêja!
Îro roja 10’ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê ye. Lewra em li vir li dewra hev kom bûne, da ku rêz ji şehîdên Kurdistanê bigrin, û yad û bîra Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdisanê ku jiyana xebatkarane û mirina serfirazane ya wan bûye mînak û sembola hemû xortên Kurdistanê, bo xebat û berxwedana di riya azadiyê de, em bilind dinirxînin. 67 salan berî niha û di roja 10’ê Xakelêwe, pêşewayê mezin serkomarê Kurdistanê û Heme Husênxanê Seyfê Qazî, û Ebûlqasımê Sedrê Qazî li qada Çarçeraya Mehabadê û rast li vê cihê ku salekê pêştir Komara Kurdistanê li wir hate ragehandin, li ser biryara Heme Riza Şah hate bidarvekirin.

Rejîma Paşatiyê ya dîktator, jêve bû ku bi nemana Komara Kurdistanê û bidarvekirina serkomarê Kurdistanê û hevalên wî, tevgera rizgarîxwaziya Kurd, bo her tim dikeve qedema û hesta Kurdatiyê û bîra neteweyî, di dil û mêjiyê xelkê kurdistanê de namîne. Lê vê karesatê ne tenê her nekarî ku îradeya xebat û berberekaniya neteweya Kurd têk bişkêne, belkû kûreya xebat ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê germ kir.

Yek ji wan waneyên mezin û giring ku Pêşewayê me yê mezin ji me re bi cih hêlaye, û dibe em berdwam jê hîn bin, û şanaziyê pê bikin, xweragiriya Pêşewa û berevaniya ji mafê rewa yê Kurd li hemberî celadên rejîma paşatiyê û dadgeha leşkerî ya vê rejîmê û mezinahiya Pêşewa di astekê de bû ku serbarê vê ku navbirî wekî bendkirî di bêdadgeha wê rejîmê de bû, lê eva Pêşewa bû, ku rejîm bi tewahî dadgehî kir, û bi hemû baweriya xwe ve bergirî ji armancên Kurd kir.

Eva jî vê rastiyê diselimîne ku Pêşewa gellek baş dizanî ku mafê wî yê rewa ye ku wekî hemû mirovekî li ser vê cîhanê, azadane xak û av û wargeh û nîştimaneke wî hebe, û yên ku dixwestin wî dadgehî bikin ji bilî dagîrker naveke wan ê din nîne, û tu mafeke wan li ser Kurd û Kurdistanê nine. Her ew baweriya qahîm ya Pêşewayê mezin Qazîmihemed bû ku îzin neda ku di dema bidarvekirinê de, çavên wî girê bidin, û biryar da ku di demên dawî ên jiyana xwe de, çavên wî li vî xaka pîroz û xortên neteweya xwe be, ku bi dil û can ve, fîdakarî jêre kir.

Rast e ku Komara Kurdistanê nemaye, lê armancên Komara Kurdistanê her wa armancên xelkê Kurdistanê ne. Xelkê Kurd di Kurdistana Îranê de, her li ser vê rêbazê ne ku Pêşewa û bi hezaran şehîdên Kurdistanê bi pêşkêşkirina canê xwe xemilandine, wate riya azadî û rizgariya gelê Kurd. Hemwelatiyên birêz! Felsefeya hebûna Komarê bi rêbertiya Pêşewa nîşaneya dûrbîniya wî kesayetiyê, û qalbûna wî ya di nava xebata neteweyî û pirsa nasyonalîzmê de bû. Pêşewa di nava sir û seqem hizra wê serdemê de, karî pirseke giring wekî nasyonalîzmê bi awayekî serdemiyane zeq bike û hejmarek ji binemayên nasyonalîzmê bihêz bike.

Pêşewayê Kurdan bi kar û kiryara xwe, xwest ku bêje nivşa pêşiya xwe, ku formgirtina nasyonalîzmê û cihgirbûna wê hewcedarê qurbanîdanê ye, û baş ji vê rastiyê tê gihîştibû ku ziman bo seqamgîriya nasyonalîzmê gellek giring e, lewra beşeke zaf ji hêza Komarê di vê riyê de bi kar anî, û dixwest ku pirsa kultura giştî ya Kurd bike bingeha karê dîplomasiyê. Ew çend xal nîşander û selmînerê vê yekê ne ku binemayên nasyonalîzma Kurdî, zêdetir ji nîv sedalî berî niha form girtiye. Berevajiyê gotinên hinek ji qelembidestan ku bangeşeya “Qewmiyet”ê dikin. Lewra li ser neteweya Kurd û partiya Pêşewa hewce ye ku bingehên nasyonalîzma Kurd bi piştqahîmiya bi teoriyên cîhanî, bihêz bike, û pirsa “Çiyetî” û “kîyetî” di nasyonalîzmê de zeq bike, û navber û cudahiyan destnîşan bike.

Xûşk û birayên rêzdar!
Pêşewa Qazî bi nirxandina rewşa ku di encama şerê duyemîn ê cîhanî de çê bibû, û bi mifahwergtina ji pêgeh û bandora civakî ya xwe, karî û partiyeke modern bo rêbertiya xebata neteweyî ya Kurd ava bike, û di gel bûyeran here pêş û dewleta Komara kurdistanê ragehîne û serweriya siyasî û mafê xwebirêvebirinê ji Kurdan re desteber bike. Ew kiryara mezin ya Pêşewa û partiya wî, guhertineke bingehîn li rewşa siyasî ya civakê de bû, lewra Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî bûne kelema çavên kevnarperwerên Tehranê. Wê demê jî ku Komara Kurdistanê kete metersiyê de, bi emegdariya bi sond û peymana ku di gel neteweya xwe girê dabû, amade bû ku bi gorîkirina canê xwe bergiriyê ji xak û xelkê nîştimana xwe bike.

Hevceye ku wekî rêzgirtin û emegdariyekê em yad û bîra qehremanên Barzanî bikin ku di dema Komara Kurdistanê de gellek fedakarî kirin, û li şerê Mameş û çendîn bergiriyên cesûrane de, bi hemû hêz û şiyana xwe bergiriyê ji Komara Kurdistanê bikin û şehîdbûna fermandeyê naskirî “Xoşewî Xelîl” vê rastiyê diselimîne. Di gel şehîdbûna Pêşewa û hiloşîna Komarê, partiya me derbeke bi bandor lê ket, lê belê neçemiya û pişta xwe li jêr barê vê xema giran de rast kir, û xebatkarên partiya me karîn piştî heyamekê bi tekoşîn û fedakariya xwe, dilê dostan şad bikin û dijminan jî perîşan û bêçare bikin. Berxwedana tekoşerên PDKÎ di nav reşçalên rejîmê de, derbiderî û awarebûn û di encam de serhildana 46-47’an (1967-68) lê ket, ku di vê qonaxê de jî, desteyek ji kadrên herî baş ên PDKÎ, canê xwe goriyê armancên pîroz ên PDKÎ kirin.

Malbatên serbilind ê Şehîdan!
Piştî şoreşa gelên Îranê û destbiserdegirtina zehmet û mandîbûna gelên Îranê ji aliyê taqimeke oportonîst ve, qonaxeke din ji xweragiriya tekoşerên demokrat dest pê kir, kîjan çiya û kîjan gund û bajar di vê Kurdistanê de heye, ku qada şêre kurên Demokrat nebe, û dastana berxwedan û serînetewandinê têde nehatibe nivîsandin. Di gel berfirehbûna qada şerê dasepayî, rêberê mezin Dr. Qasimlo bi armanca amadekariya zêdetir û lêxistina derbên giran li dijmin, daxwaza alîkariyê ji YNK (Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê) kir, li jêr navê hêza piştîvan wekî pişt û penaya PDKÎ, da ku alîkariya PDKÎ bike. Di helwesteke bi cî û neteweî de, wan bersiva daxwaza PDKÎ dan, û bi bextkirina canê 15 kes ji fermande û pêşmergên xwe, û birîndarbûna bi dehan kesên din rûpelekî zêrîn di dîrokê de bi cih kirin. Hevceyê îşarepêkirinê ye ku tekoşerên partiya Şiyoî, û partiya Sosyalîst bi bextkirina canê baştirîn kadr û pêşmergên xwe, erkeke bilind ya neteweyî encam dan, û hejmarek ji baştirîn kadrên wan şehîd ketin û di vî warî de çi ji dest wan hat, bo xizmetkirina bi şoreşê encam dan. Em bi erka li ser milê xwe dizanin ku rêz ji tekoşerên Turkiyê û bi atybetî zehmet û mandîbûna hevalên partiya Sosyalîst a Kurdistanê-bakûr bigrin, ku bi kiryar di qada xebata rewa ya neteweya me de, ji tu fedakariyekê xemsarî nekirin.

Amadebûyiyên hêja!
Di nava neteweyên din ên Îranê de jî, xortên neteweya Turkên Azerbaycanî, hejmarek ji têkoşerên xwe pêşkêşî baregeha azadiyê kirine û bi rêbaza PDKÎ emegdar man, ku di nava wan de xebatkarê heta ser emegdar, Muhendis Riza Xeyatî tê dîtin. Xebatkarên neteweya Belûç bi dilsozî û zehmet û mandîbûna xwe mil bi milê pêşmergeyên PDKÎ dilsozane xizmet bi tevgera rizgarîxwaziyê û PDKÎ kirine. Dema ku em bas ji rola şehîdên PDKÎ dikin, em nikarin fedakariya hemû hêz û aliyên siyasî ên Kurdistana Îranê li qada xebatê de ji bîr bikin ku bi fedakariya xwe di bendîxaneyan de, û bi serşorkirina celadên rejîmê, û bextkirina canê pêşmergên xwe, rola xwe ya hêja di warê xizmet bi mafên rewa ên kurdistanê d lîstine.

Dema em avriyekê li dîroka pir ji serweriya partiya xwe didin, em dibînin ku di vê rêyê de bi sedan asteng û berbestên neyarên xwe derbas kiriye û di vê pêxemê de canê bi hezaran kes ji xebatkarên herî baş ên xwe gorî axa Kurdistanê kiriye, lê bo bîstekê jî, dest ji xwastekên xwe ên rewa hilnegirtiye, û piştqehîm bi civatên xelkê Kurdistanê bûye, û bi îman û bawerî bi rêbaza şehîdan, li ser xebatê berdewam bûye, û heya gehîştin bi rizgariya herdemî û bidestxistina mafên netewî, xebat û tekoşînê berdewam dike.

Komara Îslamiya Îranê jî bi hemû şiyana xwe hewla jinavbirin û dijatiya xelkê Kurdistanê û partiya me daye, û be hizra xwe digîje armancên xw ên dijî gelî. Em dibînin ku teror, bidarvekirin û her rêyekî diceribîne, lê hertim tevî şikestê berbirû dibe.

Di çend heyvên derbasbûyî de, karbidestên rejîmê li çend bajarên Kurdistanê serdana malbatên serbilind ên şehîdên PDKÎ kirin, û bi soz û qewlan, daxwaz ji wan kirine ku derheq bi derbazbûyiya şehîdê xwe baxivin û daxwaza lêborînê ji Komarî Îslamî bikin. Mohreyên Îtilaatê haydarî vê yekê nînin ku malbatên şehîdan bi başî dizanin ku ezîzên wan canê xwe di rêya xebat bona azadî û rizgariyê û mafê netewî pêşkêş kirine û tu carî berhev nînin ku serê xwe yê bilind bo rejîmekê bitewînin ku qatilê xortên wan in. Felsefeya rejîmê her di despêka hatine serkara wê de, li ser dijatiya netewa Kurd hatiye damezirandin.

Lewra xelkê Kurdistan û xebatkarên partiyê, yek bi yekê van şehîdane bi kes û karên xwe dizanin û milkê tenê malbatên wan ninin. Jiber ku di pêxema bexteweriya vê xelkê de canê xwe gorî kirine û xelata herî baş bo cangorîtiya wa, emegnasî û wefadarî bi armancên wan in.

Civakên xwedî şeref ên Kurdistanê!
Her weke heya niha we nîşan daye, we erkê nîştimaniya xwe derheq bi malbatên şehîdan, bi serdana mezarên şehîdan, û wefadarî û emegnasiya xwe bi malbatên şehîdan û bi partiya xwe nîşan daye. Bi vê helwêsta xwe, we çavê dijminên azadiyê kore kiriye, û dilê yadgarên şehîd û hevçeperên wan şa dikin, û xatircem bin ku roja azadiyê wê derbikeve! Heya cihê ku peywendî bi PDKÎ ve hebe, weke hertim partiya me bi pirensîpên xwe ên negor wate demokrasî, mafê netewî û serbixweyiya siyasî ya biryardanê, li hember xwîna bi neheq rijiyayî ya şehîdan, wefadar û emegnas dimîne, û tu cure zext û rewşek taybetî, nikare pêngavên wê sist û şil bike.

Di 67’mîn salvegera bidarvekirina Pêşewa û hevalên wî de, serbarê şandina silav bo canê paqij ê Pêşewa û tewahiya şehîdên Kurdistanê, em peymana wefadarî bi armancên wan nû dikin, û bi vê hêviyê ne ku heya gehiştin bi azadî û rizgariyê, bi vê soz û peymanê wefadar bimînin.
Silav li yekemîn serkomarê me yê şehîd Qazî Mihemed û tewahiya şehîdên Kurdistanê!
Mirin û neman bo rejîma Komara Îslamî!
Partiya Demokrt a Kurdistana Îranê
Komîsyona Civakî
10’ê Xakelêweya 1392’an a Rojî
30’ê Adar a 2014’an