Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Komîsyona Civakî ya PDKÎ derheq roja Şehîdên Kurdistanê

14:00 - 5 Nîsan 2018

Xelkê bişeref ê Kurdistanê

Malbatên serbilind ê şehîdan

Amadebûyiyên birêz ên rêûresma 10`ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê!

71 salan berî niha û di rojeke wek îro de Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê Kurdistanê û Seyfê Qazî û Sedrê Qazî di qada Çarçira ya Mehabadê piştî derbazkirina heyamek girtîgehê û birêveçûna dadgeheke nimayişî, hatin bidarvekirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Lewra îro piştî 71 salan di vê rojê de em li vir li hev civiyane, da ku bi hev re bo careke din jî hem rêzê ji rojeke dîrokî di nava tevgera rizgarîxwaziya neteweya xwe de bigrin, ku roja mirina serbilindane ye, û hem jî soza berdewambûna li ser rê û rêbaza şehîdan dubare bikin, û qewl û sozê bidin wan, ku her bi vî awayî qurs û qahîm li ser armancên ku wan di pêxemê de canê xwe gorî kirin berdewam bin. Lewra bi nûneratiya ji aliyê rêberatiya PDKÎ ve , em silavan dişînin bo canê pak yê pêşewayê xwe ê mezin û tewahiya şehîdên riya rizgariya Kurd û Kurdistanê û serê rêz û hurmetê li hember malbatên wan ên serbilind de ditewînin.

Rêzdarno!

72 salan berî niha dema ku Komara Kurdistanê li ser destê PDKÎ û komeke mirovên şoreşger û neteweperwer ên Kurdistanê û li serveyî hemiyan jî Pêşewayê nemir hate avakirin, û yekem dewleta modern ya Kurdî di dîroka Kurdistanê de neqişand, û di heyama kêmtir ji salekê de yek ji ezmûnên herî biçirûsk ên Kurdistanê û heta navçeyê jî ser girt, û meznahiya koşka dîktatorî û deshilata hikûmeta navendî ji vê wêraniya ku hebû zêdetir xiste lerzînê. Eva bû kabûsa dagîrkeran, û di encamê de her çi ji dest wan hat xistin kar bona vê ku vê ezmûnê ji holê rakin…

Lewar piştî 11 mehan ku bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbaz bibû, hêzeke dagîrker bi alîkariya komeke fakterên derveyî û navxweyî karî ku bi ser Kurdistanê de zal be, û bi bidarvekirina avakerên Komara kurdistanê û li serveyî hemiya Pêşewa û Sedrê Qazî û Seyfê Qazî di 10`ê Xakelêweya 1326`an de piştî dadgeheke nimayişî dawî bi temenê Komarê bîne, lê nezanîn ku armancên komarê û cangorîtiya rêberên wê, çi buhayeke mezin in, û çi bo nivşên pêşrojê vediguhêzin, û piştî 71 sal bi ser vê bûyerê re çîroka merge serbilindane yê Pêşewa niha jî xwediyê bilindtirîn dersa xelkhezî, û azadîxwazî û serfirazî ye, û evîneke bihêz e jî bo xistina qedeman ya hemû metirsî û nexweşiyan.

Hêjano!

Avakirina Komara Kurdistanê û cesûrî û berxwedaniya xortên avakerê Komarê û jiyana wan mirovên têkoşer çiqas hilgirê waneyên şoreşgerî û azadîxwaziyê bin, şehîdbûna wan jî du hemberî wê hilgirê wan wateyên bilid e, ku di serdema şehîdbûna Pêşewa heta niha jî hêza bibandor ya di nava dîroka azadîxwaziya neteweya me ye. Îro li vir bas ji jiyana şoreşgerane nîne, basê mirina şoreşgerane ye, ku bêguman bi heman radeya jiyana şoreşgerane, roleke bibandor di dîroka bizava rizgarîxwaziya neteweyan de bona bidestveanîna serwerî û rizgariyê hebûye.

Pêşewayê nemir bi bexşîna canê xwe, waneyek fêrî me kir, ku tu zindîbûn û manek nikare bi qasî wê be. Waneya mirina di pêxema xelk û xak û welat de..! mirin di pêxema azadî û bi serbilindî jiyankirinê. Her ew waneya bû ku serbarê dijwariya riya xebat û berxwedana neteweya me, û hovîtiya dijminên me, lê takên vê neteweyê bi şewq û zewq ve, berê xwe didnê, û ji tu metirsiyekê nasilikin, û heta hekî bi dana canê wan be jî, eva ye sirra mirina şoreşgerane. Diyarîkirina vê rojê jî, wekî roja şehîdên Kurdistanê ji aliyê hizba me ve, beşeke herî girîng ya wê, vedigere ser van watayên bilind, ku di çîroka mergê Pêşewayê mezin de hene. Mirinek di pêxema nîştiman de. Mirinek di pêxema azadiyê de.

Mirinek di pêxema xelkê, û di encam de mirinek di pêxema jiyanê de.

Rêzdarno!

Em di derbazbûyî de, û heta niha jî di xebateke qurs û qahîm û bixwîn de bûn û niha jî em hene. Li dijî zulm û zor û çewsandinê di vê xebatê de bi dehan rêbe rû sedan û hezaran kadr û pêşmerge û dehan hezar xelkê azadîxwazê neteweya me pêşkêşî baregeha bilind ya azadiyê kirine. Kesanek ji takên xwedîbehre ên xwedîşiyan ê vî welatî canê xwe pêşkêş kirine ku gellek bi xatircemî ve dikarim bêjim dihate kirin ku bingeha civakek azad û demokrat û pêşkevtî li ser danên. Lê felsefeya ku PDKÎ li ser hatiye danîn, perwerdeyek e ku ew hizba di nava derûna takên vê hizbê de cih kiriye. Wisa kiriye ku hemû jiyanê û bi taybetî jiyana bindetsiyê bi her nirxekê wernegirin. Her di vir de ye ku çîroka canbexşîn û şehîdbûna di pêxema jiyaneke baştir û serbilindanetir hate holê.

Her vê yekê jî weha kiriye ku çîroka şehîdbûna vê neteweyê û xebata qurs û qahîm û bixwîn ya wan ne tenê nabe sedema şêwandina rûçikê xebata me, belku berevajî em bi şehîdên xwe serbilind in, û her li ber wan e jî ku xebata me xwediyê pirestîjeke bilind ya mirovî û exlaqî û siyasî ye, eva sirra felsefeya şehîdbûnê ye. Di rêrewa vê xebata bixwîn ya neteweya me, em najîn û namirin di pêxema mirinê de, em dimirin di pêxema jiyanê de.

Xelkê xwedîşeref ê Kurdistanê!

Di sê salên borî de hizba me bi hestkirina bi berpirsayetiya dîrokî li hemberî maf û azadiyên neteweya me, û di pêxema vegeşandina xebateke hemû alî, di bin navê “Rasan”ê, û li jêr diruşma pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, qonaxeke nû ji xebat xwe li dijî rejîma kevneperest ya Komara Îslamî dest pê kiriye.

Mixabin di destpêka cîbicîkirina vê xebatê di qonaxa nû de gellek kes rabûn, û bi awayekî ji awayan dijberiya xwe li hemberî vê pêvajoyê nîşan dan, û ji dîtingeha kurt û asûdexwziya xwe û bêîradeyiya xwe ve, ji felsefeya Rasanê û îradeya vî gelî ji bo avakirina dîroka xwe tê negihîştibûn. Ewan nîşan dan ku ne di dîroka aştîxwaziya vî gelî tê gihîştîne, û ne jî ji raz û sirra şehîdbûnê û bi şewq ve er bi pêşwazîçûna mergê Qazî û Qasimlo û Şerefkendî û bi hezaran şehîdên vî gelî tê gihîştibûn. Di destpêkirina qonaxa nû de, me haj ji metirsî û nirxa vê xebatê hebû. Me baş dizanî û dijminê me çiqas dirnde ye, û me baş jî dizanî û ku nirxa azadiyê çiqas giran e, û me baş dizanî gelek azadiyê bixwaze, dibe nirxa wê jî bide. Mixabin di rewta vê xebatê de, hejmarek ji baştirîn xortên hizb û gel, me pêşkêşî baregah azadiyê kirin, lê hemase û cangorîtiyek ku wan nîşan dan, selmînerê vê rastiyê bûn, ku em hêşta jî ser piyan in, û bo jiyaneke azad û pêşkevtî ji tu metirsî û berbestekê venagerin, û hekî bi bexşîna canê xwe be jî, ew wekî rêber û hevçeperên xwe ên şehîd ew hizr û felsefeya anîn bîra me, ku mergek ku di pêxema nîştiman û riya azadiyê û bexteweriya mirovan be, gellek binirxtir e. Her eva jî remz û raza man û berdewamiya vê neteweyê ye.

Lewra bi hewce dizanim ku di vê rojê de carek din silavan bişînim bo riha pak ya şehîdên qonaxa nû ya xebata neteweya me şehîdên Rasanê.

Rêzdarno!

Îro navçeya me ji qonaxên herî hestiyar û pirr guherîn ên xwe re derbaz dibe. Gelleke civak guhertinên kûr tê de pêk hatine, ku herçend beşek ji van guherînkariyan, aramî tê de cih negirtiye, lê ew yek ji vê kêm nake ku koma van guhertinan tiştekê dibêje me, ku ew jî ew e ku serdema deshilatdariya reha (tewaw) ya dîktatoran bi ser diçe, û hertim li hemberî metirsiya berbirûbûnê ya xelkê xwe ne.

Civaka me jî di bin deshilat axûndan de nikare ji vê taybetmendiyê bi dûr be. Bi baldan bi vê bêşiyaniya siyasî û civakî û kulturî û aborî ya ku di Îranê de heye, pêkhateya vê civakê lerzok kiriye. Lewra zêdetir ji her demekê egera vê guherînê tê de nêzîk e. Herçend di vê navberê de Îran dixwaze bi destêwerdan û vegeşandina çalakiyên xwe li derve wêneyeke bihêz ji xwe nîşan bide, lê hemû amaje bas ji vê dikin ku di warê navdewletî û navçeyî de Îran ber bi kontrolkirin û dûrragirtinê diçe, û ji vê zêdetir nikare bi afirandina kêşeyan li derve, kêmasiyên xwe dapoşe,lê anbe ew yek ji bîra me here ku her cure cih girtinek di vê guherînkariyê de, û desteberkirina mafên neteweya me girêdayî ye bi asta amadeyî û bandora me.

Ji dîtina xweamadekirin bo cihgirtineke bibandor di van guherînkariyan de, li destpêka Reşemeha sala borî de kongireya 16`an a PDKÎ bi rê ve çû, û komeke guherînkariyên girîng di pêkhateya hizbê de pêk anîn, ,ku her hemû jî di pêxema berfirehkirina sînorê çalakiyan, û bi xwe ve girtina zêdetirîn hêza mirovî ne di pêvajoya xebatê de. Em di rewşekê de ne ku pêwîste em zortirîn hêz û enirjiyê rêk bixin û ber bi aliyeke bibandor rênîşandan bikin. Kongireya 16`an gellek bi başî karî nexşeya berfirehkirina sînorê çalakî û komkirina hêz û enirjiyên bi bandor darêjin, ku em hêvîdar in di warê piraktîkê de jî bikarin bi awayê herî baş bi encam bigehînin.

PDKÎ sermayeyeke remzî û mirovî ya gellek mezin heye, û em xatircem in ku bi piştqahîmiya bi van remzên mezin ku di biyavê hizrî û neteweyî de me hene, wê hêza mirovî ku em xwediyê wê ne, emê serkevin.

Di vê xebatê de, ku herçend bi bê dana nirxan nabe, lê piştqahîm bi mîrata bi cih mayî ya şehîdên me, û bi cangorîtî û lehengiya pêşmergeyên xwe, û piştevaniya bêqisûr ya xelkê xwe, û bi bernameyeke pêşkevtî ku me heye, em xatir cem in ku emê serkevin û canê şehîdên xwe asûde bikin.

Di dawiyê de, carek din em silavan dişînin bo canê pakê yê Pêşewayê şehîd, û hevalên wî, û hemû şehîdên Kurdistanê

Serkeve xebata rizgarîxwazane ya neteweya me bi rêbertiya PDKÎ

Komîsyona Civakî ya PDKÎ

10.01.1397