Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bona serkevtina baykotkirina hilbijartinan

16:58 - 20 Hezîran 2021

Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” li derheq serkevtina baykotkirina hilbijartinan peyamek belav kir û spasî li xelkê Kurdistanê kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rojhilat her pêşengê xebatê ye

Tevî pîlan û gefên berdewam ên rejîmê, kêmtirîn rêjeya xelkê Rojhilatê Kurdistanê çûne ser sindoqên dengdanê, ew wekî peyameke “NA”ya bi hêz a dinê ye bo wê rejîma dijîgel.

Bi wê baykota seranserî, rejîm lawaztir û xebata xelkê bihêztir dibe, destên we rêzdaran xweş û xebata yekgirtiya we berdewam be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpisyarê Giştî

 “Mistefa Hicrî”

20ê Hezîran 2021 a Zayînî