
Kurdistanmedia: Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê derheq nûbûna salê û newroza kurdewarî peyamek bilav kir.
Deqa peyamê:
Hevwelatiyên hêja!
Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!
Destpêkê û li bereberê hatina sala nû ya kurdewarî de, bi navê Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê, pirr bi dil em pîrozbahiya nûbûna salê û newroza 2719`an a Kurdî li we dikin.
We xelkê mafxwaz ê Kurdistanê hemû salekê serbarê zext û çavdêriya çirr ya hêzên ewlekariyê ên rejîma Îranê, kariye ku nûbûna salê û merasimên newrozî bikin derfetek ji bo nîşandana kêfxweşiya xwe û bangewa xwestek û daxwaziyên neteweyî û mirovî ên xwe wek neteweyekê, ku heya niha ji mafên herî destpêkî û azadiyan hatiye bêparkirin.
Di çend salên borî de, merasimên newrozî li Kurdistanê bi awayên cuda ji demên din, bi peyam û diruşm û hêma û sembolên taybetî bi rê ve çûn, ku nîşana bilindiya asta şi`ûrê û hişyariya neteweyî û rêkxiraweyîbûna îradeya giştî ya civaka Kurdistanê ye, lewra îsal jî hewce ye ku merasimên newrozê di asteke berfirehtir de, bi nav û diruşmên taybet ve, bi awayekî yekgirtî bi rê ve herin, û bikin derfetek bo gehandina komeke wate û peyamên neteweyî û nasnamexwazane. Lewra Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê her wekî ku ji aliyê civatên xelkê kurdistanê ve çavnihêrî lê dihate kirin, di vê derheqê de bi awayekî yekgirtî û ji kanala giringîdana bi hewcehiya yekrêzî û pêkvebûnê di hemû astan de daxwaz ji xelkê Kurdistanê bi hemû tex û qatên xwe ve dike ku:
1-Merasimên newrozî ên evsal, li jêr navê “Newroza semaya azadiyê” de, bi rê ve herin.
2-Bila diruşma serekî ya merasimên newroza evsal a me, “Yekrêzî û hevkariya me, remza serkevtina me ye” be.
3- Di merasiman de hewce ye ku em “Cemedanî, Hewrî û gulên sor” bi kar bînin.
Xelkê xwedîhelwest ê Kurdistanê aliyê kêm di heyama tenê çend mehên borî de zêdetir ji her demekê nîşan dane ku bi awayekî yekgirtî pêşwaziyê dikin ji bangewaz û daxwaza hêz û aliyên siyasî ên xwe, û çavnihêriya wan jî -di qonaxa niha ya xebata li dijî siyasetên dijîgelî ên rejîma Komaar Îslamî ya Îranê de- yekgirtin û pêkvebûn e. Xelkê Kurdistanê li hemberî kiryarên dijîgelî û terorîstî ên rejîma Îranê, mûşekbarana binke û baregehên hizbên Rojhilata Kuredistanê, û bidarvekirina sê bendkiriyên siyasî ên Kurd, Zanyar û Luqman Muradî û Ramîn Husênpenhaî, di roja 21`ê Xermananê de û herweha bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê di 2`ê Reşemeha evsal de, nîşan dan, ku bi awayekî yekgirtî ewê li dijî siyasetên dijminkarane ên rejîmê bixebitin, û xwedî li xebata nasnamexwaziya xwe derkevin.
Lewra tê çaverêkirin ku bi boneya nûbûna salê û newroza evsal ve jî, hûn bi rêxistina merasimên giştî û girseyî bi awayekî yekgirtî, xwedî li maf û azadiyên kulturî û neteweyî ên xwe derkevin.
Di vê derheqê de, erk û wezîfeya li ser milên gotarbêjan, helbestvanan û hunermendan e ku naweroka qise û mijar û hunera wan, tejî be ji peyama yekgirtina neteweyî, û xebata li dijî zulm û zoriyê û siyasetên dijîgelî ên rejîma Komara Îslamî. Bila di merasimên newrozî ên evsal de, bi alandina “cemedanî û hewriyê” li dewra stûyê xwe, û bidestvegirtina “gulên sor” û bilindkirina diruşma “yekrêzî û hevkarî remza serkevtina me ye”, “semaya azadiyê” bikin û biselimînin ku li ser bidestveanîna maf û azadiyên xwe wek neteweyekê em berdewam û pêdagir in.
Newroz li we hemiyan pîroz be
Bihêviya saleke pirr ji deskevt û serkevtin bo tevegra mafxwazane ya xelkê Kurdistanê
Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê
14.12.1397