Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama PDKÎ bi hinceta 8ê Maris

12:35 - 9 Adar 2014

Kurdistanmedia: Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hinceta 8ê Maris, roja cîhanî a jinan, peyamek belaw kir.

Deq peyamê bi wî awayî ye:

Îro em car din pêşwaziyê ji roja dîrokî a 8ê Marisê dikin ku weke roja navneteweyî a jinan hatiye binav kirin û rêz jê tê girtin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serbarê rêzgirtin ji roja hewpeywendî tevî jinan, pîrozbahiyên xwe yên herî gerim pêşkeşî tev jinên cîhanê, Îran û Kurdistanê dike. Bi vê hêviyê ye ku jinên xebatkar û têkoşer li cehd û xebata xwe a pîroz dij bi zilm, kevneperestî û çewsandin û herwisan bo gehîştin bi mafên berheq yên xwe, serkewtî bin.

Jin bi tekoşîna bêrawestan û tejî ji qorbanîdan a xwe di parek li wilatên cîhanê de, destkevtên bihagiran bidest xistine û bi parek berçav ji azadî û mafên xwe gehîştine.

Lê piştî derbas bûna zêdetir ji sedeyek ji ragehandina roja cîhanî a jin, niha jî di piraniya wilatên cîhanê de, jin bi awayên cur bi cur dibin goriyê helawardin û bîr û hizrên kevneparêz û di bê pariyê de dijîn.

Yek ji wan wilatên ku mafê siyasî, abûrî û civakiyên jin li vir bi eşkere tê binpêkirin û jin bi hegera kultura helawardin û paremayî a hikûmetî we, li mafê xwazayî mirovî yên xwe bêpar in, Îrana di bin siya deshilatdariya Komara Îslamî ye.

Di Komara Îslamî de, çewsandina jin di civatgehê de, di warê qanûnî de rê pê hatiye dayîn û helawardinekî tev alî ye.

Li gor zagona bingehîn a wilat, mafê binpê kirin û sivikatî bi jinan hatiye nehadîne kirin! Li çand û zêhniyeta rayedarên rejîma Îslamî de, jinên Îranê bi giştî bi mirovên derece du tên hesibandin û her bi wî awayî riftar bi wa re tê kirin.

Cuda ji wê yekê, jinên Kurd di bin barê giran yê zilma neteweyî de jî, tên çewsandin û tepeser kirin. Rejîma azadîkuj a Îranê, li wê yekê haydar e ku jinên Kurdistanê bi dirêjahiya tevgera rizgarîxwaz a Kurd, di xebat bo desteber bûna azadiya neteweyî de pişikdar bûn û pişikdar in.

Jinên kurd dane eyanê ku tekoşîn bo azadî û rizgariya xwe, li çewsandin û bê pariyê, bi parek neqetiyayî ji xebata gelê xwe û dabîn kirina mafê siyasî û neteweyî a xwe dizanin, lewma di rêzba partiyên siyasî yên Kurd, saziyên ne hikûmî û bi giştî di her derfetekê de bo wan liviya be, mil bi milê mêrên Kurd fîdakarriyê dikin û qorbanî didin.

PDKÎ şanaziya han ji xwe re qeyd kirî ye ku her di destpêka awabûna xwe de, bi giring ve mêzeyî pirsa jinê kiriye û xebat bo dabînkirina mafê wekhev bo jinên Kurd di bernameya xwe a siyasî de cih kiriye.

Lê PDKÎ di hemen demê de, li ser wê bawerê ye ku ewa heya niha di vê derheqê de hatî kirin ne bes e û diviya zêdetir û bi bernametir bo pişikdariya berfirehtir a jinan di jiyana siyasî û civakî de kar bihê kirin.

Herwisan di wê bawerê de ye ku xebat bo azadiya neteweyekê bi bêy pişikdariya jinan û dabînkirina mafên wan, xebatekî xudî kêmas e û nagihîje tu encamekî dilxwazî Xuya ye ku jinên Kurd bi mifahwergirtin ji ceribînên jinên xebatkar yên neteweyên rizgar bûyî, rastiya han dizanin ku gehîştin bi azadî û serbestî û rizgar bûn li çewsandinê, tenê ji rêya cehd û tekoşîna çeleng a ektîv a jinan bi xwe tê dabîn kirin û tê desteber kirin, lê serbarê wê rastiyê, erkê mêrên wekhevîxwaz û dêmokrat e ku di wî warî de, arîkarê jinan be.

Di wê xebata dijwar û lê berheq de, PDKÎ xwe bi harîkarê jinan dizane û di xebata berheq a wan bo gihîştin bi wekhevî û rizgarî li helawardinê, piştgiriya wan dike.

Serkewe xebata jinan bo azadî û wekheviyê
Pîroz be 8ê maris, roja hewalbendî tevî jinan

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Polîtbîroya Siyasî
7\'ê Adar a 2014\'an
16\'ê Reşemeya 1392\'an a Rojî