Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Dezgeha Ragihandin a PDKÎ bo Kongireya Yekîtiya Nûserên Kurdistana Sûriyê

16:37 - 6 Hezîran 2021

Deqa peyamê wiha ye:

Yekîtiya Nûserên Kurdistana Sûriyê

Tevî silavên gerim ên xebatkarane

Bi boneya birêvebirina Duhemîn Kongireya Rêkxirava we, em pîrozbahiyê li we dikin

Nivîsîn û nivîskarî kareke pîroz û bi nirx e, li hemû cihanê bi taybet li Kurdistanê de xwediyê pêgeheke taybetîtir e, çimkî netewa me û xebata netewî li hemû beşen niştîmana me de, têniyê zaniyariyan û agehîdan û tomarkirina dîrok û tevgerê ne.

Lewma li her beşeke Kurdistanê wekî Kurdistana Sûriyê, erkê Yekîtiya Nûserên Kurd, him girantir e ku pênûsên hişar û ageh li dora hev kom bike û him di pêxema geşekirina maf û nasnameya netewî û bihêzkirina seha qahîm a netewîbûnê de kar û tekoşînê bike.

Agehîdan rêbaza serast a serketinê ye

Careke din pirozbahiyê li Kongireya we dikin û daxwaza serkevtinê him bo Kongireya we û him bo Rêkxirava Yekîtiya Nûserên Kurdistana Sûriyê dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Ragihandina Giştî

4ê Hezîranê 2021