Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta cejna “Xawenkar”

16:20 - 12 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ di peyamekê de, bi hilkefta cejna Xawenkar, pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir.

Peyam wiha ye:

Cejna Xawenkar li pêrewanên Olî yên Yarisan pîroz be.

Bi hilkefta cejna Xawenkar, ku cejna olî ya Yarisana ye, pîrozbahî li tev pêrewanên wî Olê û rêberê Ola wan û nemaze hevnîştimaniyên xoşewîst yên Yarisanî li Rojhilatê Kurdistanê dikim.

Mixabin di Kurdistana Îranê de, lidar xistina rêûresmên ola Yarisan wekî hindik li rêûresm ên pêrewanên Olên din, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye qedexekirin, û birêveber û amadebûyên pêrewên wan Olan rastî zilim û zordariyê tên û bêhurmetiyê bi bawer û kultûra wan dikin, ku eve bixwe binpêkariya eşkere ya mafê mirov e.

Hêvîdarim ew rejîme li jêr givaşa navxwe û derve ku sedema wê givaşê jî her bixwe ye, û di jêr givaşa xebata hemû azadîxwazên Îranê de sernixûn be, û hikûmeteke Demokratîk cihê wî bigre ku rêz li hemû Ol û bîrûbawerê hemû kesekê bigre û lidar xistina rêûresmên wan yasayî bike.

Partiya Demokrat a Kuristana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

Xezelwera 1398 a rojî