Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Partiya PAK li bakurê Kurdistanê bi hilkevta avakirina Komara Kurdistanê

17:34 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Partiya PAK ya Kurd li Bakurê Kurdistanê bi hilkevta avakirina Komara Kurdistanê, peyama pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlankirin bû bi serbilindîya hemû Kurdistaniyên cihanê

Komara Kurdistanê bi serkomariya Pêşewa Qazî Mihemmed, 76 salan berî niha di roja 22.01.1946`an, li meydana Çarçirayê ya li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, Komara Kurdistanê hate îlankirin.Wê rojê li meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946`an de, ji aliyê dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemmed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê, di roja 31`ê Adara 1947`an de li meydana Çarçirayê, ji alîyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Komara Kurdistanê  di dîroka Kurdistanê de, tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e da ku, hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest , şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mehkemeya Pêşewa Qazî Mihemmed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanê û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.

Wasiyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmmed dibêje : Li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendiya azadî û dewletbûnê bila bingeha siyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje: Dijmanatiya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn, ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd, dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek dê were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin û dê bê hildan’.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemmed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kirî, bû bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federal ya Başurê Kurdistanê li ba dibe.

Pêşewa Qazî Mihemmed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gencên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe re bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasiyeta Pêşewa Qazî Mihemmed herweha, rê lêvekirina azadiya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasiyetê pêk bînin dê rihê Pêşewa Qazî Mihemmed, yê Mele Mistefa Barzaniyê nemir, yê Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibirî, Şex Se`îd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 76.mîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemmed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezraner û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin.

 22.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê