Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya PDKÎ bi hilkefta lidarxistina 12emîn Kongireya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

12:03 - 14 Çirriya paşîn 2021

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de pîrozbahiya lidarxistina 12emîn Kongireya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “Elpartî”yê kir û tekezî li ser pêwendiyên dostane û netewiyên wê partiyê kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Endamên hêja yên rêberatî!

Endamên rêzdar û têkoşerên Kongirê!

Ji aliyê rêberayetiya PDKÎyê û herwisa Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicirî” ve, pîrozbahiya lidarxistina  12emîn Kongireya Partiya we ya têkoşer dikin, û bi rêya we jî pîrozbahiyê li alîgirin Partiya we di Rojavayê Kurdistanê de dikin û daxwaza serkevtinê bo Kongireya we dikin.

Hevalên Hêja!

Hûn di halekê de 12emîn Kongira xwe lidar dixin ku Rojavayê Kurdistanê di rewşek siyasiya hestiyar de ye û pirsa Kurd û xebat û berxwedana xortên Kurdan di wê beşa Kurdistanê de bi cangorîkirin û bi xwîn û xebata keç û kurên welatparêzên Kurd dîrokek tejî ji qehremanetî û serwerî bo gelê Kurd tomar kirine, û bi pêşkeşkirina canê hezaran şervanên wî welatî çi di dema berevanî ji axa Kurdistanê û parastina deskevtên wê çi di dema rûbirûbûn digel hêzên dagîrger û terorîstên DAIŞê û taqimên din de şiyan û egîdiya xwe bo raya giştî dane selmandin û ew berevaniya dîrokî di civîn û komelên navnetewî û siyasetên navnetewî de bi nirx û şaneke bilind ve hatiye wergirtin û bûye binyatek bo piştevaniya navnetewî ji pirsa rewaya Kurd li Kurdistana Sûriyê.

Ew rewşa hestiyar, tevahiya têkoşerên Kurd di Rojavayê Kurdistanê de erkdar dike ku, seha berpirsayetiyek zêdertir bo parastina destkevtên siyasî û netewî bikin û bi yekîtî û yekrêzî digel hemû Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, mafê rewayên Kurd di wê beşa Kurdistanê bi dest bixin, PDKÎ bi çavê hêvîtiyê ve mêzeyê pirsa Kurd bi giştî û welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dike û piştevaniya siyasî bo xebata we ya rewa radigehîne û li ser pêwendiya netewî û dostane digel we tekeziyê dike.

Pîroz be 12emîn Kongireya Partiya we ya têkoşer

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Pêwendiyên Giştî